Piştî 8 salan Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir
Amed (Rûdaw) - Festîvala 3yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.
Festîval bi organîzeya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê, bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” tê lidarxistin.
Di festîvalê de ku dê heta 14ê vê mehê berdewam bike, bi giştî 84 fîlmên neteweyî û navneteweyî dê werin nîşandan.
Komxebat
Li gel nîşandana fîlman, di çarçoveya festîvalê de çalakiyên cuda, komxebat (atolye) û gotûbêjên bi beşdariya derhêner û tîmên fîlman jî tên lidarxistin.
Her wiha ji bo piştgiriya senaryoya fîlmên Kurdî, 15 senaryo ji bo Fona Projeya Sînebîrê dikevin pêşbirkê.
"Em dê Amedê bikin paytexta hunerê"
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê diyar kir ku ew gelekî şanaz in û got:
“Me gotibû em dê Amedê bikin paytexta hunerê. Em gelekî kêfxweş in ku em dikarin festîvalên bi vî rengî li dar bixin. Piştî 8 salan em gelekî şanaz in.”
Seroka Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş jî bal kişand ser eleqeya gel û got:
“Em dibînin ku gelê me bi coşeke mezin pêşwaziya festîvalê dike. Ev yek heyecan û coşeke mezintir û xweştir dide me.”
"Nîvê derhêneran jin in"
Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Sîpan Dagdevîren jî agahî dan û got:
“84 fîlm dê werin nîşandan. Ji çar aliyên diyasporayê û Kurdistanê fîlmên me hene.
Nîvê beşdarên festîvalê derhênerên jin in.
Nîvê fîlman Kurdî ne û nîvê din navneteweyî ne. Mijarên curbicur hene wekî têkoşîna jinan, têkoşîna astengdaran û têkoşîna ji bo xwezayê.”
Derhênera Rojhilatî û Lîstikvanê Navdar
Derhênera ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Semediyê jî kêfxweşiya xwe ya li Amedê anî zimên û got:
“Ez ji Urmiyeyê hatime. Ez bi kurtefîlmekî beşdarî festîvalê bûme.
Fîlmê min li ser Gola Urmiyeyê ye û behsa pêwendiya însan û xwezayê dike.
Mijareke girîng e, niha dinya jî li ser vê babetê zêde diaxive.”
Lîstikvan Nazmî Kirik jî diyar kir ku 4 fîlmên wî di festîvalê de ne û wiha axivî:
“Fîlmên 'Uçan Kofteci', 'Hîsterya', 'Rojbaş' û 'Bihar' li vê festîvalê ne.
Me 'Hîsterya' li Kolnê, 'Bihar' li Berlînê, 'Uçan Kofteci' li Amedê û 'Rojbaş' jî li Stenbolê çêkirîbû.”