Dengbêj Gulê: Ez dê vê çanda dewlemend li cîhanê belav bikim
Agirî (Rûdaw) - Herêma Serhedê serê kanîya dengbêjan e. Li kîjan gund û bajarokî bigerî rastlêhatina dengbêjek tiştek gelek ji rêzê ye. Dengbêj Gulê jî ji wan dengbêjane ku bi stayl û qaîdeyên dengbêjên Serhedê dengbêjiyê dike.
Dengbêj Gulê Înce Kaya di malek ku giştî endamên wê dengbêj in de mezin bûye. Bavê wê,meta wê, kur metên wê,a pên wê, birayê wê hemû dengbêj in. Dengxweşiya wan weke tiştek xwezayî ye. Gulê bi denge xwe yê xweş di rojên pêş de dixwaze mohra xwe li çanda dengbêjîyê bixe.
Li ser şopa dengbêjan
16 sal piştî wefata dengbêj Karapetê Xaço kilama wî ya herî navdar a bi navê “Lawikê Metînî” îja bi denge dengbêjek jin ji Agiriyê olan dide.
Li Agiriyê gundê Aşqale Dengbêj Gulê bi dengê xwe yê narîn şîna du bêmirazan digre û rondikên xwe yên zuwa di ser berfa spî de dibarîne. Ew li ser şopa dengbêjan e.
Li Serhedê rastlêhatina dengbêjek an jî dengxweşek tiştek ji rêzê ye. Tu dibêjî qey di demek zû de taviyek ji dengên xweş bi ser Serhedê de girtîye û ji asîmanan dengen xweş barîne û bûne para Kurdan. Ev rasteqîne weke qederek e û loma jî li her gundek ha jin ha mêr teqez dengbêj hene.
`Kilam zêdetir li serr jinan hatine gotin`
Dengbêj Gulê wiha behsa hunera xwe dike: “Min dengbêjiya xwe ji bavê xwe hilda ye. Min bere baş nizani bû. Va ye teze salek du sal e ez kilaman dibêjim. Ji ber ku bavê min her tim digot bi wî rengî ketiye sere min jî. Min ji bavê xwe hilda ye. Min dît ku rojek ez jî dibêjim. Ewîlî kilama Heso û Nazê bi min xweş hat. Min çîroka wî meraq kir. Min got ka çîroka wî ji min re bêje. Bavê min çîroka kilamê ji min re got min jî got çanda me çandek zehf mezin e, lê ez vê yeke nizanim û teze hîn dibim. Di derdorê de kilam zêdetir li ser jinan hatine gotin. Di civakê de jin ji para ma ne. Eger ku derfet were dayîn jinê jî zede zede kilaman bejin, dengbêjiyê bikin. Ez hez dikim ku çanda me pêşkeve. Ez dixwazim ku li Ewropayê konsera bidim û li wan deran werim naskirin."
Ez xwendekara zanigehê me û beş amin momastetîya pêş dibistanê ye. Ez di pola sisêyan de me. Em heft xwîşk û bira ne. Em sê keç û çar bira ne.”
Bavê Gulê jî dengbêjek navdar ê Agiriyê ye. Ew jî birayê wî jî xwîşka wî jî, hemû xwarziyên wî jî dengbêj in. Di rêwîtiya keça xwe ya Gulê ya di rêya dengbêjiyê de hostetiyê ew dike.
Hêviya bavê Gulê
Dengbêj Kemalê Agirî dibêje: “Gulê hêj zarok e. Ji ber ku ez her wext di mal de kilaman dibêjim, hewesa wê ji kilaman re zehf çêbû. Hêvîya min ji Gulê ew e, ji ber ku dengbêjên jin niha tune ne, dengbêjên jin ên ku kilaman bejin hema beje tune ne. Mesela dengbêj Gula bav fileh hebû,ez dixwazim bila bêjin Gula Kemal.”
Dayîka Gulê jî kes û karen wê jî şanaz in ku Gulê dengbêjîyê dike.
Necla Încekaya jî got: “Ewilî digot ez şerm dikim kilaman bejim. Bavê wê got ma tu bûka bavê kê yî, tu ji xwe re serbest kilaman bêje ku belkî hinek çev didin te ew jî kilaman dibêjin. Bila zimanê dayîka me winda nebe.”
Civatên dengbêjan
Birayê wê Serkan Încekaya jî got: “Ez dengbêj Serkan lawê dengbêj Kemal im, birayê dengbêj Gulê me.”
Di nîveka sedsala 19emîn de Dengbêj Evdalê Zeynikê bi hevdema xwe Dengbêj Gula Fileh re li Bazîdê civatên leçe lidar dixistin û kilam digotin. Ji bo bibîrxîstina wan rojan bi bi kilamek Gulê û bavê wê dengbêj Kemalê agirîyê re we rûbirû dihêlim.