Nivîskara kurd çîrokên êşa jinan nivîsand

Hewlêr (Rûdaw) – Gelek nivîskarên Rojavayê Kurdistanê hene dixwazin bi helbest, çîrok û nivîsên xwe êş û derdên jinan pêşkêş bikin. Nivîskara kurd Nesrîn Ebdullah jî yek ji wan e ku êşa jinan kiriye mijara sereke ya çîrokên xwe.

Nivîskara ji Rojavayê Kurdistanê Nesrîn Ebdullah niha  weke penaber li Başûrê Kurdistanê dimîne û heya niha du pirtûkên wê hatine çapkirin.

Herdu pirtûkên Nesrîn Ebdullah jî di warê çîrokê de ne, ku babeta sereke ya naveroka van çîrokan li ser jiyan û mafên jina kurd e.

Pirtûka xwe ya duyem wergerande şêwezarê Soranî bi sernavê “Zindîgorkirin”, tê de jî berhsa wan jin û keçan dike ku bi saxî têne binaxkirin.

Nesrîn Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir pirtûkên ji soranî zêdetir bi zimanê erebî hatine xwendina.