Nizamettin Ariç bi Ismail Beşikçi re vîdyo klîpek çêkir!

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Nizamettin Ariç, ku di nava Kurdan de weke Feqiyê Teyran jî tê naskirin, tiştek kir, ku qet hunermendekî Kurd heta niha nekiriye.

 

Nizamettin Ariç di karekî nû de helsbeta helbestvanê (şaîrê) Kurd Eskerê Boyîk ya bi navê ‘Zanim Kurdistan ê Çêbe’, kir vîdyo klîp û di vîdyo klîpa wî de zana, civaknas û nivîskarê navdarê Tirkiyê û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçî jî dilîze.

 

Beşikçî di vîdyo klîpê de helbestê bi kurdî dixwîne.

 

Di vê vîdyo klîpê de, zarokên Kurdistanê jî weke koro bi Ariç re stranê distirên. Zarokê Amûdê li pêşiya peykerê şewata sînema Amûdê rûniştine û strana zanim Kurdistan ê çêbe dibêjin.

 

Ji her çar perçeyên Kurdistan, zarok di klîpê de cih digrin.

Ariç bi xwe beşdarî bultena nûçeyan a Rojavayê Kurdistanê ya televiyona Rûdawê bû û derbarê vîdyo klîpa xwe ya nû de zanyarî dan.

 



Nizamettin Ariç, hem muzîkjen, hem stranbêj, hem jî lîstikvan û derhênerê sînemayê ye. Ev 36 sal in, ji welat dûr, li Almanya dijî.


Klîpa nû ya hunermend Nizamettin Ariç bibînin: