Misr derhênerekî Kurd xelat dike

09-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e di nîva vê mehê de festîvala sînemayî ya Cîze ya kurtefîlman di bin navê “Paşeroja Misrê di navbera du şoreşan de” bê lidarxistin û derhênerê Kurd Elî Bedirxan bê xelatkirin. 

Seroka festîvala Cîze Sefa Elleysî ragihand ku 13ê tîrmehê festîval destpêdike û 5 rojan dom dike û çend kurtefîlm tê de dê werein nîşandan.

Herwiha derhênerê navdar ê misrî yê bi esil Kurd Elî Bedirxan weke derhênerekî xwedî tecrûbe yê Misrê dê rêza lê were girtin û xelatkirin.

Elî Bedirxan li Qahîre ji dayik bûye û hevjînê ektera navdar a misrî Suad Husnî bû û heta vêga dora 120 fîlmên wî hene.                

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst