Li Trakyayê şevbihêrka dengbêjan hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê şevbihêrka dengbêjan hat li dar xist.
Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê Gulana 2025an hatibû vekirin.
Li komeleya ku li herêma Trakyayê yekemîn e, çalakiyên çandî didomin.
Komeleyê di çarçoveya çalakiyên xwe de şevbihêrka dengbêjan hat li dar xist.
Çend dengbêj, helbestvan û edebiyathez beşdarî şevbihêrkê bûn.
Di şevbihêrkê de helbest hatin xwendin û kilam hatin gotin.
Birêvebirên komeleyê diyar kir ku armanca wan ne tenê ew e ku bibin navendeke çandî lê di heman demê de ew dixwazin zaravayên cuda yên Kurdî, kevneşopiya dengbêjiyê, çîrokbêjî û helbestê bigihînin nifşên nû.
Bi gotina wan çalakiyên bi wî rengî dê pêwendiyên çandî yên Kurdan li herêmê xurt bike û di navbera civakên cuda de pirekê ava bike.
Mêvanan jî diyar kir ku bername di atmosfereke samîmî de derbas bû.
Di dawiya şevê de biryar hat dayîn ku ev çalakî her sal bi awayekî kevneşopî were dubarekirin û çalakiyên çandî yên li herêmê zêdetir bibin.
Herwiha, helbestvanê Kurd Seyfedînê Welekorî ku di çalakiyê de helbest xwend, bi bîr xist ku roja şemiyê li komeleyê dersên Kurdî tên dayîn û bangî dê û bavan kir.
Seyfedînê Welekorî got, "Hînbûn û parastina zimanê me berpirsiyariya me hemûyan e.
Hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe beşdarî van dersan bibin.”