Li Kanadayê Festîvala Fîlman a Kurdî bi dirûşma Zimanê Dayîkê tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Kanadayê Festîvala 2yemîn a Fîlman a Kurdî ya Vancouverê bi dirûşma “Zimanê Dayîkê” tê lidarxistin.
Festîvala 2yemîn a Fîlman a Kurdî ya Vancouverê di navbera 17 û 19ê Çiriya Peşîn a 2025an de tê lidarxistin û tê de 22 fîlmên Kurdî dê bên nîşandan ku ji nav 200 fîlman hatine hilbijartin,
Festîval bi dirûşma "Zimanê Dayîkê" tê lidarxistin û balê dikişîne ser rola jinê di vegotina çîrokên Kurdî de.
Her wiha armanca sereke ya festîvalê nasandina çîrok û çanda Kurdî ye.
Fîlmên hatine hilbijartin ji cureyên cuda yên wekî fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlman pêk tên.
Festîval ji aliyê Komeleya Çandî ya Kurd-Kanadayê ve tê organîzekirin û piştgiriya kesayetiyên payebilind ên Kanadayê wergirtiye wekî Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, Serokê Herêma British Columbiayê David Eby û Şaredarê Vancouverê Ken Sim.
Ev piştgirî wekî naskirineke fermî ya çanda Kurdî li Kanadayê tê dîtin.
"Piştgirî handaneke mezin bû"
Birêvebirê Karûbarên Hunerî yê Festîvala Fîlman a Kurdî ya Vancouverê Rêkan Seyda ji Rûdawê re ragihand ku piştgiriya van kesayetiyên payebilind ji bo wan handaneke gelekî mezin bûye.
Rêkan Seyda beşdarî bultena Rûdawê bû û got, "Piştgiriya Serokwezîrê Kanadayê, Serokê Herêma British Columbiayê û Şaredarê Vancouverê ji bo vê dewreyê, ji bo me gelekî girîng bû.
Her wiha planên me yên gelekî baş ji bo salên pêş hene da ku şiyanên me gelekî baştir bibin."
Rêkan Seyda amaje bi wê yekê jî kir ku bajarê Vancouverê wekî "Hollywooda Duyem" tê naskirin û got:
"Ji bo me gelekî girîng e ku festîvaleke bi navê Kurd, çand û çîrokên Kurdî li wir hebe û em bi standardeke cîhanî fîlman nîşan bidin."
Wî derbarê pêwendiyên wan ên bi festîvalên din ên Kurdî re jî ragihand ku pêwendiyên wan bi festîvalên li Silêmanî û Dihokê re gelekî baş in û ew hêviya serkeftinê ji bo her festîvalên din ên hunerî dixwazin.