Serdar Canan dê li Stenbolê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjen û etnomuzîkolog Serdar Canan dê roja Şemiyê li Stenbolê konserekê bide.

Konsera hunermend Serdar Canan dê li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê demjimêr 20:00an dest pê bike.

Di konserê de Erika Ueda, Ruşen Arslanargun (çello), Azad Yilmaz (perkusyon) û Baran Ertaş (keman) dê bi amûrên xwe hevaltiya Serdar Canan bikin.

Hunermend Serdar Canan li ser hesabê xwe yê Xê bangî hezkiriyên xwe kir û got:

"Ji bo konsera me ya Stenbolê (11ê Çiriya Pêşîn) kêm maye, we hîn jî cihê xwe neveqetandiye û bilêtên xwe jî nekirîne."

Serdar Canan kî ye?

Serdar Canan sala 1986an li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li Zanîngeha Mîmar Sînanê lîsans û mastera xwe xwendiye û teza wî ya masterê ya bi navê “Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendîyên Wan Yên Muzîkê” ye.

Wî li gelek bajaran xebatên berhevkariya dengbêjiyê kirine.

Sala 2019an wekî lîstikvan beşdarî projeya operaya Îtalî ya bi navê “Tosca” bû û rola “Sagrestano/Zangoç” lîst.

Sala 2022yan ji bo projeya “Welat” a Zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê, li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin.

Di heman demê de wî li 8 zanîngehên cuda yên Japonyayê konferans û konser li dar xistin.

Canan li gelek saziyên çandî dersên teknîkên nefesê û dîksiyona Kurdî dane.

Ew berdewam li ser muzîka Kurdî lêkolîn û berhevkariyê dike.

Serdar canan bi hunermendên Japonî re li Japonyayê ji bo diyasporaya Kurdan û Japonan konseran li dar bixe.