Hunermendê kurd Baran Kendeş hat bibîranîn

 

Kobanî (Rûdaw) - Hunermendê kurd Baran Kendeş di sala 1969 an de li herêma kobanî ji dayik bibû, di 8-11-2003 an de bi temenê 34 salî ji nişkêve dilê wî rawestiya û ji jiyanê koçkir. Bi boneya derbasbûna 10 salan di ser koçkirina wî re, hunermend û rewşenbîrên herêma Kobanî festîvalek li ber gora wî lidarxistin û ew bi gotin û mûzîk û helbestan bibîranîn.

   

Helbestvan Stêrê Çelo: “Baran Kendeş yek ji wan nimûneyên ku bi rastî kar û xebat û xizmeteke cihê rêzgirtinê di warî hunerî de li herêma kobanî pêşkiriye, em jî I vê rojê de, roja salvegera 10mîn ji koçkirina wî re, em wî bibîr tînin.” 

 

Baran kendeş di çûkaniya xwe de dest bi hunerê kiribû, yekemîn kasêta xwe ya stranan bi nave "Baranê Bibar" di sala 1986 an de bi birayê xwe hunermend Miço Kendeş re tomar kiribû, û ta roja dawiyê di jiyana xwe gelek gelek berhem afirandibûn, wekî berhemên wî yên bi navên: Di Tariyê - Jiyan - Ez Xwedîbûm Bi Tenê - Lo Lo Bira - Wax - mey Gero - Heso - Mem û Zîn - Eyşa Îbê.

 

Hunermend Siyamend Oskullî:“Di xortaniya Baran Kendeş de, taybetmendiya mûzîka Kobanî deret, mecalekî meqam û ritim û îqai, di hindir wê de jî kedeke gelekî mezin da, 24 kasêt dan ji filiklor û ji hestê wî, helbest û stran bi xwe dadanîn, ev jî di dîroka Kobanî de giringiyeke xwe ye mezin heye ger ku mirov ibxwaze li ser bisekine.”

 

Baran Kendeş di jiyana xwe de zewicî bû, 2 keçikên biçûk li pê xwe bê bav hîştibûn, piştî derbasbûna 10 salan di ser koçkirina wî re, herdu keçikên wî mezin bûn, Cana riya bavê xwe dişopîne û dixwaze bibe stranbêj, Rewan xwye fêrî Gîtarê dike.

 

Qîza Baran Kendeş Cana Baran Kendeş: “Ez hîn biçûk bûm, bavê min digot wê Cana derkeve bi min saz bike, wê ez û wê li kêfxweşiyan li şînan bi hev re bin, digot wê qîza min ji min re saz bike û wê bi min re be û wê serê min rake, ez jî dibêjim Baba ez ti carî serê te danaxim û ez bi qasî hêviya te bim.”

 

Qîza Baran Kendeş Rewan Baran Kendeş: “Wexta eze biçûkbûm bavê min mir, ew durist nayê bîra min, be sew tim di dilê min de ye, ana jî ez alava Gîarê lêdixim, û min 3 stranên xwe yên kurmancî amede kirine, ez dikim li ser nave wî bibêjime, ez pir kêfxweşim ku îro milet hat û hîn wî tînin bîra xwe û em hisandin ku hîn bavê me nemiriye.” 

 

Di demeke dijwar de dest bi stranê kiribû, di jiyana xwe hunerî de rastî gelek astengiyan hatibû, bi kedeke mezin gelek stranên bedew pêşkêş kiribûn, ji ber wê, koçkirina bandoreke mezin li miletê Kobanî kir, û bi beşdarbûna hejmareke balkêş ji Kobaniyan û bi merasîmeke mezin cenazeyê wî hatibû binaxkirin.

Birayê Baran Kendeş Munzer Keneş: “Hêviya me ku hevalên wî yên hunermend ji nû ve berhemên wî vegerînin û lêkolînê li ser çê bikin, bi awayekî nûjen daxin, ta ku di bîranîna me de nemre û em stranên ji nû ve jiyan bikin.”