Nazdar Cizîrî: Di sala nû de surprîzên min dê hebin
Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Nazdar Cizîrî ragihand ku ew ji rewşa Coronayê fêrî gelek tiştan bûye û got: “Divê em dê lixwe vegerin û sirûşt û jingeha xwe biparêzin. Peyama min a sala nû ev e.” Nazdar Cizîrî herwiha diyar kir ku di sala nû de surprîzên wê dê hebin.
Stranbêj Nazdar Cizîrî beşdarî bernameyeke Radyo Rûdawê bû û têkildarî projeyên xwe û jiyana xwe ya rojane axivî.
Nazdar Cizîrî diyar kir ku hestên hunermendan nazik in û got: “Em wek hunermend mirovên xeyalî ne û hizra me gelek bilind e, û vîzyona me gelek berfireh e. Em raste rast li jiyanê nanêrin, carna jî li dijî qaîdayan derdikevin. Mirov carna nikare tiştên di dilê xwe yekser ji bo kesê beramberê xwe bibêje li hunermend bi deng û muzîka xwe tînin ziman.”
Bi gotina Nazdar Cizîrî wê gelek sûd ji heyama Coronayê wergirtiye û ew dibêje: “Bi salan e em bûne wek robotan û em li pey kar û malê dinyayê ketine. Lê Corona hat got êdî bes e, tu ji bo heyamekê li vê cîhanê dijî. Niha em di rewşekê de ne ku pêwîst êdî em vegerin navxwe, sirûşt û jingeha xwe. Berî min dixwest ez her karî zû û pêkve bikim û stres hebû. Yek sûdên vê pêvajoyê ji bo min fêrbûna sabirê bû.
Diyar bû ku hemû mirovên cîhanê pêkve girê dane. Bûyerek li wî aliyê dinyayê bandorê li vê derê dike. Em wek mirov ji sirûşta xwe dûr ketine, lê pêwîstiya me bi jingeh û keskatiyê heye. Em ji bo berjwendiyên xwe zerarê didin jingehê.”
Nazdar Cizîrî da zanîn ku ew dixwaze wek hunermendek Kurd xwe bi pêş bixim û sûdek wê hebe û wiha pê de çû: “Ez dixwazim êdî zêdetir girîngiyê bi sirûş û jingehê bidim. Av, keskatî, sirûşt û çiyan em nikarin bi pereyan bikirin. Herwiha ez niha girîngiyê bi xwendinê didim. Di vî warî de erkek niştimanî ya mamosteyên Kurd heye. Herwiha projeyek min ji bo handana zarokan ku pirtûkan bixwînin. Ez dixwazim vê biharê wê projeya xwe rabigihînim.Ez tenê bi huner û muzîkê têr nabim. Ez dixwazim zêdetir bixwînim û xwe pêş bixim. Divê em bi berhemên xwe yên din jî hebin.”
Stranbêja Kurd diyar kir ku di heyama pandemiyê de gelek stranbêj û hunermendan nekarin projeyên xwe cîbicî bikin û ew jî di vê serdmê de piranî dema xwe ligel malbat xwe derbas kiriye.
Derbarê malbata xwe de Nazdar Cizîrî got: “Em neh xwişk û biran in, ev heyam bû derfet ku em hev zêdetir bibînin. Em nikarin hev nebînin. Ez keça mezin a malê me, ji ber wê erka mezin dikev li ser min. Ez ji wan re dibim û ew jî ji min re dibin alîkar. Dengê dayîka min jî gelek xweş e. Herwiha xwişk û birayên min jî karê muzîkê ve mijûl dibin, bavê min dengbêj e. Dema malbat bi hunerê ve eleqeder be, bandorê li te jî dike.”
Nazdar Cizîrî eşkere kir ku di sala nû de hinek surprîzên wê dê hebin û got: “Me klîbek amade kiriye û dê rojên li pêş me ed dê belav bikin. Herwiha min hinek stran jî amade kirine.”
Li ser pirsa “tu dixwazî li ser jiyana xwe fîlmekê amade bikî” Nazdar Cizîrî got ew naxwaze mezin biaxive, çimkî carna mirov tişta dibêje dê neke, lê piştre dike û fîlm çêkirin jî tiştek bi wî rengî ye.
Stranbêja ji Bakurê Kurdistanê da zanîn ku ew guhdariya piraniya hunermenda dike û got: “Ji her hunermed stranên ez jê hez dikim hene. Minak ez guhdariya Mihemed Arif Cizîrî û Mihmedê Mamlê dikim. Her dîsa guhdariya çend hunermendên roja me jî dikim.