Pirtûka ‘Gotinên Pêşiyan a Brahîmê Alûcî’ derket
Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nivîskar û derûnînas Brahîmê Alûcî ya bi navê "Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî" ji aliyê Weşanên Belkiyê ve hat çapkirin.
Berhem ji 206 rûpelan pêk tê û tê de gotinên pêşiyan ên Kurdî bi awayekî rêkûpêk hatine berhevkirin.
Di pirtûkê de, ev gotinên ku bi salan e di nav gel de tên gotin, bi zimanekî zelal hatine pêşkêşkirin.
"Xezîneya neteweyekê ye"
Weşanên Belkiyê derbarê pirtûkê ev agahî dan:
“Gotinên pêşiyan, xezîneya neteweyekê ye ku di nav dîrokê de hatiye berhevkirin.
Ev gotinên bi hikmet, wekî kelehên kevnare yên çandê, li ber bayê demê xwe girtine û hebûna xwe parastine.
Di van gotinan de ezmûnên gelê kurd, serboriyên salan, şahî û kederên civakê û hêviyên nifşên berê veşartî ne.”
Brahîmê Alûcî wekî nivîskar û derûnînasekî tê naskirin û bi nivîsên xwe yên li ser medyaya civakî balê dikişîne.
Beriya vê pirtûkê, du e-pirtûkên wî jî hatibûn weşandin.