Li Rihayê Komeleya Çand û Zimanê Kurdî tê damezrandin
Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan Samî Tan ragihand ku wan li Rihayê ji bo damezrandina Komeleya Çand û Zimanê Kurdî serîlêdana xwe kir û ew niha li benda encamê ne.
Zimanzanê Kurd Samî Tan ragihand ku wan karên serlêdana fermî ya ji bo avakirina komeleyeke bi navê "Komeleya Çand û Zimanê Kurdî" ya li Rihayê temam kirine.
Samî Tan wêneyê xwe yê ku li avahiya komeleyê hatiye girtin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gel peyameke kurt parve kir.
Tan di peyama xwe de got, “Me li Rihayê ji bo Komeleya Çand û Zimanê Kurdî serîlêdana xwe kir. Em li benda encamê ne.”
Zimanzanê Kurd herwiha di parvekirina xwe de cih daye bergê kovara Roja Nû ya ku rewşenbîr û nivîskar Kamûran Elî Bedirxan berpirsê wê yê weşanê bû.