Festîvala Fîlman a Dihokê bi fîlmeke ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir

2 demjimêr berê
Nayîf Remezan
Festîvala Fîlman a Dihokê / Wêne: Rûdaw
Festîvala Fîlman a Dihokê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlman a Dihokê Rojhilatê Kurdistanê Fîlm
A+ A-

Dihok (Rûdaw) - Bi raxistina xalîçeya sor û bi amadebûna endamên juriyê, lîstikvan û derhênerên beşdar, Festîvala 12emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê dest pê kir.

Xûla îsal a festîvalê bi fîlmeke Kurdî yê bi navê "Mamê min Jens" (My Uncle Jens) dest pê kir.

Fîlm di warê komedî-dramayê de ye.

Çîroka fîlmê behsa ciwanekî Kurd dike ku ji Ewropayê vedigere Kurdistanê da ku dayîka xwe bibîne.

Derhêner Birwa Wehabpûrê ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye li Norwecê dijî li ser fîlma xwe got:

"Ji bo me cihê serbilindiyê ye.

Berê kurtefîlmên min li vir hatibûn nîşandan lê mixabin ez li vir bûm.

Ev cara yekem e ku ez bi fîlmekê li vir im û dikarim nîşan bidim û li ser biaxivim."

Lîstikvanê sereke yê fîlmê Peyman Ezîzpûr derbarê beşdariya di fîlmê de ji Rûdawê re axivî û anî ziman:

"Tiştekî ku di wî karakterî de ji bo min gelekî girîng bû, ew bû ku Kek Birwa behsa wê serdemê kir ku ji bo wî çend zehmet e.

Wekî ku tu bibêjî ji ber ku penaber e û ji zaroktiyê ve li Norwecê mezin bûye, nasnameya xwe bide nasîn.

Dixwaze xwe ji çanda Norwecê û ji Norwecê cuda bike."

Di Festîvala Fîlman Dihokê de 110 fîlm ji 37 welatên cuda tên nîşandan.

Ji wê hejmarê 65 fîlm biyanî û 45 fîlm jî Kurdî ne.

“Hêviya me ew e ku fîlmên baştir hebin”

Berdevkê Festîvala Fîlman Dihokê Hesen Arif li ser fîlmên beşdar da zanîn:

"Ew fîlmên ku ji bo vê xûlê hatine hilbijartin bi rastî gelekî baş in.

Bi awayekî giştî dê bibin cihê dilxweşiya bîneran.

Hêviya me ew e ku salên bê fîlmên baştir hebin û beşdar bibin.

Ne tenê fîlmên Kurdî, em hez dikin bi rastî fîlm ji aliyê me ve bên hilberandin.

Derhênerên me li Dihokê fîlman çêbikin, beşdarî festîvalê bibin û xelatên festîvalê bi dest bixin."

Dabeşbûna fîlmên Kurdî ya li ser parçeyên Kurdistanê bi vî awayî ye:

“10 fîlm ji Başûrê Kurdistanê, 15 fîlm ji Bakurê Kurdistanê, 3 fîlm ji Rojavayê Kurdistanê û 17 fîlm ji Rojhilatê Kurdistanê ne.”

Ji tevahiya fîlmên beşdar, 26 fîlm ji bo bidestxistina xelatan di beşa pêşbirkê de ne.

Biryar e çalakiyên festîvalê heta 16ê mehê bidomin.

Îsal Spanya wekî welatê mêvan ê festîvalê hatiye destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst