25 sal bi ser koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo re derbas bû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê yê Rojavayê Kurdistanê hate dinyayê û şûna wî di huner û muzîka kurdî de gellekî diyar e. Bavê Felekê ked û xebateke dirêj a di warê hunera Kurdî de pêkêş kir û piştî u jiyana xwe bi perîşanî û di koçberiyê de derbas kir, sala 1989an de çû ber dilovaniya xwe.

Birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo divê derbarê de dibêje: “Hunera ku wî hunermendî mezin li pey xwe hişt, li dilê her mirovekî Kurd xist û di nav her maleke kurdperwr de stranên wî tên guhdarkirin. Wî bi stranên xwe kul û derd û zordariya li ser miletê xwe vedigotin.”

Ne heps û ne jî sitemkariya welatên dagîrkerên Kurdistanê nikarîbûn dengê wî bibirin. Mihemed Şêxo stranên xwe yên herî xweş û watedar di nava zindanê de gotine û ji ber ku dilsozê huner û doza miletê xwe bû, ew ji hunermendan re bûye mînak û bi dehan hunermendên Kurd heta vê gavê jî stran û awazan wî zindî dihêlin.

Ji aliyê xwe hunermend Şeyda derbarê Mihemed Şêxo de got: “Bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo di navbera salên 1969 heta 1972yan dest bi xwendina akademîk ya muzîkê kir û bi çend hevalên xwe re Koma Serkeftin ava kir. Kesên akademîk û pisporên muzîkê yên hunera wî şopandine û li stran û awazên wî guhdar kirine, dibêjin divê hunera ku Mihemed Şêxo li pey xwe hiştiye di peymangeh û dibistanên muzîkê de bê xwendin.”

Mamosteyê muzîkê Mihemed Ezîz Zaza jî dibêje: “Bavê Felekê mîna gellek hunermendên Kurd di hunera xwe de hertim daxwaza mafên gelê Kurd dikir û berî ku koça dawî bike, bi stranekê xwest xatirê xwe ji vê diniyayê bixwaze û dilê bi deh hezaran hezkiriyên xwe xemgîn kir, lê ji wan xwest di her adarekê de wî şiyar bikin da ku dilê wan şên û geş bike.”