Behcet Yehya û Kamkaran alîkariya nexweşên Penceşêrê dikin
Hewlêr (Rûdaw)- Bi mebesta alîkarîkirina nexweşên Penceşêrê li Herêma Kurdistanê, hunermendê Kurd yê navdar Behcet Yehya û koma Kamkaran a Rojhilatê Kurdistanê du konsêrtan lidar dixin.
Birayare konsêrta yekem li hola Şarê Ciwan li bajarê Silêmaniyê, roja 01.05.2014 bê lidarxistin.
Heriwha konsêrta duyem jî li hola Seid Ebdulla li bajarê Hewlêrê, roja 03.05.2014 bê lidarxistin.
Dahata ku ji wan her du konsêrtan bê, dê bo nexweşên Penceşêrê li Herêma Kurdistanê bê pêşkêş kirin.
Hunermendê Kurd Behcet Yehiya berî çend mehan elboma xwe ya nû belav kiribû.