Leyla Çakir: Piştî ku ji mamostetiya Tirkî hat dûrxistin 50 pirtûk wergerandin Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Leyla Çakira ku bi KHKyê ji karê xwe hat dûrxistin, berê xwe da zimanê Kurdî.Ew niha hem dersên zimanê dayîkê dide zarokan hem jî karê wergerê dike.

Leylayê diyar kir ku wê heta niha 50 pirtûk wergerandine û got, “Ez dê ji îro pê ve jiyana xwe diyarî ziman û çanda Kurdî bikim. Ez vê yekê ne tenê ji bo xwe, ji bo paşeroja zarokên xwe jî dikim.”

Leyla Çakir ji MAyê re axivî û diyar kir ku piştî ku sala 2017an bi biryarnameyên di hikmê yasa de (KHK) ji karê xwe hat dûrxistin, dest bi xebatên ji bo bipêşxistina Kurdî kir.

Wê hemû xebatên xwe bi Kurdî meşandin û di nav Komeleya Geşepêdana Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) de dersên Kurdî dan zarokan.

Dersên Kurdî dide

Eleqeya Leyla Çakirê ya ji bo Kurdî sala 2009an dest pê kir. Wê xebatên xwe yên ku di salên zanîngehê de bi hînbûna alfabeyê dest pê kiribûn, heta wergerandina pirtûkan domand.

Leylayê 15 salan mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî kir lê piştî ku ji kar hat dûrxistin, Kurdî wekî erkê xwe ya sereke diyar kir.

Leylayê destnîşan kir ku ew ji ber “daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê û helwesta li dijî şer” ji kar hatiye dûrxistin.

Wê da zanîn ku ew li ser ziman û çanda Kurdî xebatan dimeşîne û bi dersên ku dide zarokan, piştgiriyê dide vejandina zimên.

Leylayê bal kişand ser wê yekê ku ev kar bi tenê bi kesekî nabe û bang li her kesî kir ku li mal û kolanên xwe ziman û çanda xwe bidin jiyandin.

Bi her du zimanan jî wergerê dike

Leylayê diyar kir ku her ku li ser Kurdî dixebite xwe nas dike û wiha domand:

“Ez bi Tirkî mezin bûm û min bi Tirkî perwerde dît. Min piranî jiyana xwe bi Tirkî domand lê piştî xebatên li ser Kurdî, ev rewş bi temamî guherî.

Şêwazê jiyana min li ser zimanê min ê dayîkê ava bû. Ez niha li zanîngehê xwendekara beşa Kurdolojiyê me.

Piştî ku dibistan biqede, ez dixwazim di qada xwe de bibim pispor û bi wergerandina pirtûk û romanan di karê xwe de bi awayekî profesyonel bixebitim.

Ez pirtûkên ku hevalên me ji girtîgehan dişînin werdigerînim. Ez bi her du zimanan jî wergerê dikim.”

“Zimanê me yê dayîkê hebûna me ye”

Mamosteya Kurdî da zanîn ku li Komeleya Nivîskaran a ku li Wanê hatiye vekirin dê kursên werger û edîtoriyê werin vekirin û got, “Zimanê me yê dayîkê hebûna me ye û ji ber vê yekê divê em bixin plana herî pêş a jiyana xwe.”

Leylayê anî zimên ku divê meyla li ser edebiyat û nivîsa Kurdî zêde bibe û wiha pê de çû:

“Ez ê ji îro pê ve jiyana xwe diyarî ziman û çanda Kurdî bikim. Ez vê yekê ne tenê ji bo xwe, ji bo paşeroja zarokên xwe jî dikim.

Dema em vê dikin, em mîrateyekê û bîranînekê ji nifşê nû re dihêlin.”

Leyla Çakirê her wiha daxwaz kir ku di çarçoveya pêvajoyê de mafên Kurdan werin naskirin û perwerdeya bi zimanê dayîkê bibe qanûnî.

Di 5 salan de 50 pirtûk

Leylayê diyar kir ku wê wergera 50 pirtûkî kiriye û herî dawî got:

“Piraniya pirtûkan bi Tirkî bûn û piranî ji bo wergerê ji girtîgehan hatin. Min nivîsandin û wergera wan kir.

Ez alîkariya xebatên wan hevalan dikim ku projeyên wan hene. Ez niha jî çîrokên ku di pêşerojê de qewimîne kom dikim û wan werdigerînim.”