‘Dîdara Hêmin bo Edebiyata Rojhilata Kurdistanê’ bidawî bû
Hewlêr (Rûdaw) – Konferansa ku li Hewlêrê li ser rewşa edebiyata kurdî li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû, bidawî bû. Endamekî encumena edebî ya Pîranşarê jî dibêje, konferans baş bû lê dema ku ji bo beşdaran hatibû terxankirin kêm bû.
Roja 9ê Gulana îsal konferansek bi navê “Dîdara Hêmin bo Edebiyata Rojhilatê Kurdistanê” li salona civînan a pirtûkxaneya giştî ya Hewlêrê li nav parka Samî Ebdurehman de dest pê kir.
Di konferansê de gelek rewşenbîr û nivîskar ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn vexwendin.
Konferans ku bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji aliyê yekitiya nivîskarên kurd ve hat sazkirin, piştî 3 rojan îro (11.05.2013) bidawî bû.
Derheqê konferansê de endamê encumena edebî ya Pîranşarê li rojhilatê Kurdistanê Yûsif Şocaî ku yek ji beşdarên konferansê bû ji Rûdawê re got: “Konferans baş bû. Gotûbêj û şiroveyên ku li ser rewşa edebiyata kurdî li rojhilatê Kurdistanê hat kirin dewlemend bû.”
Şocaî gazinde li terxankirina wext ji bo pêşkêşkirina babetan kir û diyar kir ku wext kêm hatibû terxankirin lewma wan nekarîn wek pêwîst nêrîn û babetên xwe bînin ziman.