Perwaz derbasî qonaxek din a pêşbirka ‘Arab Idol’ bû
Hewlêr (Rûdaw) – Keça kurd a bi navê Perwaz Husên ku beşdarî pêşbirkeya strangotinê ya televîzyona MBC li Lubnanê bûye, derbasî qonaxa din bû.
Encamên hevrikiyên strangotinê yên bernameya bi navê “Arab Idol” ku li televîzyona MBC a Lubnanî de tê weşandin, hat ragihandin.
Li gorî encamên vê carê, Perwaz Husên derbasî qonaxek din a pêşbirkê bû.
Perwazê şeva borî bi strana kurdî ya bi navê “Le Paş Mergim” û strana erebî ya bi navê “şlonek eynî şlonek” (çawanî çavê min çawanî) beşdarî pêşbirkê bibû.
Perwaz Husên li ser navê ‘Kurdistana Iraqê’ beşdarî pêşbirka Arab Idol bûye.