Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

Hewlêr (Rûdaw) - Komîna Fîlm a Rojavayê fîlmeke nû ya bi navê “Heval Kekê Min” amade kir.

Fîlm qala jiyana malbatekê ya di dema dagirkeriya DAIŞê de dike.

Dîmenên fîlma bi navê “Heval Kekê Min” zivistana sala 2023yan hatiye girtin.

Niha kar û barên ji bo çêkirina fragman û posterê fîlmê tên kirin.

Çîrokeke rastîn

Çîroka fîlma “Heval Kekê Min” ji serpêhatiyeke rastîn hatiye wergirtin.

Bavê malbatê Kurd e û malbat li gundekî Tebqayê dijî.

Dema ku DAIŞê Tebqa dagir kir, malbat rastî gelek neheqî û zehmetiyan hat.

Kurê malbatê yê mezin tevlî refên gerîlayan bûye û canê xwe ji dest daye.

Piştî ku Tebqa ji destê DAIŞê hate rizgarkirin, du şervanên YPG û YPJyê agahiya canjidestdana kurê wan didin malbatê.

Fîlm zehmetî û rizgariya malbatê û bandora kurê wan a li ser malbatê nîşan dide.

Dê meha Çiriya Paşîn were nîşandan

Senaryoya fîlmê ji aliyê Onder Çakar ve hatiye nivîsandin û Haşim Aydemîr jî derhêneriya fîlmê kiriye.

Dema fîlmê 100 xulek e.

Piştî ku fragman û posterê fîlmê temam bûn, dê fîlm beşdarî festîvalan bibe.

Li gorî agahiyên ku Komîna Fîlm a Rojavayê dane, niha amadehiyên festîvaleke fîlman tên kirin.

Tê payîn ku ev festîval meha Çiriya Paşîn a 2026an pêk were.

Hîn amadehiyên destpêkê tên kirin.

Dema ku festîval dest pê kir, dê fîlma “Heval Kekê Min” jî were nîşandan.