Ferhenga Kurdî ya peyvên Qur'ana Pîroz hat amadekirin

11-06-2018
RÛDAW
Nîşan Ferheng Qur'an
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarekî Kurd peyvên di Qur'ana Pîroz de weke pirtûkeke ferhengê wergerande Kurdiya Soranî û da ber çapê.

 

Nivîskar û Wergêr Mistefa Seydmîne ji Rûdawê re ragihand: “Hinek peyvên di nav Qur'anê de wateya wan giran in û her kes fêm nake, min jî wan peyvan weke ferhengek kiriye Kurdî û şîrove kiriye ku nêzîkî 6 hezar peyv in.”

 

Mistefa Seydmîne diyar kir: “Li ser hin wateyan, min xwe bi çavkaniyên Erebî û Farisî girêda, lê belê min bi Kurdiyeke zelal wateyên wan nivîsandine û pirtûkeke bi navê 'Ferhenga Qur'anê' ku 524 rûpelan pêk tê amade kiriye. Min li ser erkê xwe û bi piştgiriya kovara Xal pirtûka xwe şandiye çapê.”

 

Mistefa Seydmîne di sala 1963an de li bajarokê Sengeser ê devera Pişder jidayîk bûye, di edebiyata Kurdî de bawernameya wî ya masterê heye û niha li Zanîngeha Raperîn mamoste ye û herwiha sê pirtûkên wî yên çapkirî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst