Çapa nû ya ‘Were Dotmam’ a Celadet Alî Bedirxan derket
Hewlêr (Rûdaw) – Çapa 3yan a pirtûka “Were Dotmam” a Celadet Alî Bedirxan ji Weşanên Avestayê derket.
Weşanxaneya Avesta berhema Celadet Alî Bedirxan a bi navê “Were Dotmam” ku cara ewil sala 1998am çap kiribû dîsa çap kir.
Ev berhema Celadet Alî Bedirxan ji helbestên kovara Hawarê pêk tê.
Ji bo danasîna pirtûkê ev beşa pirtûkê hatiye belavkirin:
“Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.
Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.
… Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.
… Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.
… Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar buhareke germ çêkim.
Were dotmam, heyraniya pismam were, xwe di germiya dilê min ê ciwan ciwaniya min a kevn de bigermîne.
Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.”
Avestayê çapa yekê ya Were Dotmam sala 1998an, çapa duyem jî 2014an derxistibû.
Celadet Alî Bedirxan kî ye?
Sala 1893yan li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye.
Dibistana yekemîn û a navîn li Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas bû.
Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên Kurd pêk bîne xebitî lê bi ser neket.
Sala 1922yan tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand.
Sala 1925an derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma çû Sûriyeyê û li wir bi cih bû.
Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên Kurd re Xoybûn ava kir.
Di salên 30an de dest bi xebatên çandî kir.
Berpirs û xwediyê kovarên Hawar û Ronahiyê bû. Alfabeya Kurdî bi latînî çêkir.
Li ser gramera Kurdî xebatên gelekî girîng kirin.
Celadet Alî Bedirxan, 15ê Tîrmeha 1951ê li Şamê koça dawî kir.