Misr derhênerekî Kurd xelat dike

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e nîvê vê mehê festîvala sînemayî ya Cîze ya kurtefîlman li jêr navnîşana “Siberoja Misrê di navbera du şoreşan de” bê sazkirin û derhênerê esil Kurd Elî Bedirxan bê xelatkirin.

 

Seroka Festîvala Cîze, Sefa Elleysî, ragihand ku 13 Tîrmehê festîval destpêdike û pênc rojan dom dike û çend kurtfîlm tê de tên nîşandan.

 

Herweha derhênerê navdar ê misrî yê bi esil Kurd Elî Bedirxan weke derhênerekî xwedî tecrûbe yê Misrê rêza wî tê girtin û tê xelatkirin.

 

Elî Bedirxan li Qahîre ji dayik bûye û hevjînê aktora navdar a misrî Suad Husnî bû û heta vêga di dora 120 fîlmên de leyîstiye.