Stenbol (Rûdaw) – Yekemê pişbirka deng a bi navê “O Ses Türkiye” (Ew Dengê Tirkiyê), stranbêjê kurd Dodan Ozer got, eger were bang kirin dikare li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê konsertan sazbike.
Stranbêj Dodan Ozer ji Rûdawê re ragihand, ku ew niha 2 stranan amade dike, eger serkeftî be dê meha Kanûnê dest bi çêkirina karê albûmekê bike û di Sibata 2018ê jî albûma xwe belav bike.
Dodan da zanîn, ku ew dixwaze were Herêma Kurdistanê û got: “Eger werim vexwendin, dixwazim herim li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê konsertên xweş saz bikim.”
Stranbêjê kurd ji bo heskiriyên xwe jî wiha axivî:
“Bila hemû stranên me û hemû gotinên me ji bo aştiyê bin. Ji bo şerên li cîhanê bidawî bibin, divê hemû kes dubare gotina aştiyê bîne zimên. Hêviya xwe ya aştiyê bi awayekî zindî bilêv bikin.”
Dodan Ozer di sala 1977ê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayik bûye. Doddan di 2016ê de beşdarî bernameya pêşbirka deng a Tirkiyê bû û bû yekemîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse