Edîson, tomarkirina barê cîhanê û sêlikên li ber mirinê

11-09-2017
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Sêlik, ango bi navê gerdûnî ‘Fonograf’ ku bi tirkî jî  jêre plak tê gotin. Ev amûr destpêk û bingeha tomarkirina dengan e ku pê re jî bûye bingeha tomarkirina dîmen û wêneyan jî.


Fonograf di sala 1877an de ji alî Tomas Alva Edîson ve hatiye afirandin. Helbet Edîson ne di wê hizrê de bû da ku wê ew afirînêriya wî îro weke cosmosekê bibe kendava tomarkirinê. Cîhan îro li ser tomarkirin û dîmengiriyê bi rêve diçe. Piştî ku Edîson wê amûra xwe eşkere dike bi demeke kin, şagirtê wî John Kruesî strana bi navê ‘Berxikeke biçûk hebû’ lê tomar dike. Bi gotineke din sêlik ango plak ji wê rêje pêve dikeve jiyana mirovahiyê.


Ew afirandina di atolyeyeke biçûk de îro gihîştiye asteke ku dîrok û ‘dem’a moravhî û cîhanê lê tê barkirin. Ger meriv li cîhaneke wisa bifikire ku tomarkirin tunebe…? ya rast di mercên heyî de piştrast e ku dê cîhan ne li ber deriyê sedsala 21an lê wê li demeke din ya ‘demê’bûya.


Li cîhanê bi sedhezaran hunermend bi saya vê tomargeriyê dengê gihîştin roja heyî, ew bi saya vê amûrê dengê xwe digîhinin dahatûya ne diyar. Li gelek welatên cîhanê sêlik û gramofon bûne îkonê serdemekê û ew li muzexaneyan têne nîmayîşkirin. Lê hîna di gelek pencereyên mal û xaniyên gelek bajaran re jî, ew dengê ku bêhna hinara jê tê diherike nava kolanan. Gelek kes hîna di malên xwe de guhdariya muzîkê bi rêya vê amûrê dikin. Ew yek ji bo hin kesan weke dildariyekê ye û ew weke ku muptezelek bi dû tiryakê bikeve, bi dû sêlik û gramofonan dikevin.




Nostaljiya serdemekê li Kadikoyê


Ew amûra ku barê mirov û cîhanê zêdeyî sed salî li xwe bar kiriye, hêdî hêdî ji nava xelkê û kuçeyên cîhanê koç dike. Ji ber ku teknolojiya ku li ser rûçikên wê berz dibe, êdî derfetên wisa jî pêşkêş dike da ku pêdivî bi wê nemaye. Ango sêlik êdî nagîhije lez û corbicoriya pêşveçûna mirovahiyê. Lê dîsa jî ew tama ku me ji wê re bêhna hinaran kire berdêl di qiraka bi sedhezaran kesî de asê ye. Rêbazên gihîştina sêlikan û bidestxistina zêdetir sêlikan dike ku ew muptezelên vê amûrê jî bigihîjin hev û vê tam û kerbê bi hev re parve bikin û wê bispêrin nifşên nu jî. Bi vê mebestê li Stenbolê ji aliyê Şaredariya Kadikoyê ve dîdariyeke balkêş û qedîm tê lidarxistin. Rojên Sêlikan ên Kadikoyê careke din bi wê bêhna hinaran ku ji hundirê sindoqên darîn tê, mazûvaniya bi hezaran sêlik û sêlikvanan kir.


Divê em meriv careke din vegere atolyeya Edîson. Navê wî li cîhanê bi afirandina ampûlê tê zanîn. Lê beriya wê Edîson sêlik bexişand mirovahiyê û di sala 1878an de ew amûr bi berhemanîneke periyodîk hate zêdekirin û êdî herkesî dikarî ku bi 10 Dolaran bibe xwedî sêlikekê. Pişt re jî sektora muzîkê bu xwedî derfeteke mezin û bîra cîhanê ya muzîkê destpêkir ku bibe nemir.




Sêlik û sêlikvan dengê xwe bi hev dispêrin


Ew dîdariya ku li Kadikoyê tê sazkirin him di warê nûjenkirina vê amûrê de û him jî di warê rêgiriya li ber wendabûna sêlikan xwedî cihekî sereke ye. Nêzikî 50 companiyên sêlikan, kesên sêlikfiroş, entîgecî, muzayedeger û bi bi hezaran welatî li qada vê dîdariyê mest dibin bi ew dengên lîrîk û nostaljîk. Kesên ku bi salan ketine dû sêlikekê li ew bidest nexistine dikarin ku li vir bidest bixin, ango koleksiyonên xwe temam bikin yan jî bigihîjin sêlikeke ku wan hemû temenê xwe bo gihîştina wê terxan kirine. Ahmet Kaya, Bariş Manço, Cem Karaca, Erkîn Koray, Ayla Algan, Rûhî Sû û bi dehan navên wê serdemê… Li aliyê din nivşên beriya van kesan, ên ku di salên hezar 900î de dengên xwe tomarkirine. Li standan xelk û meraqdar dikevin rê û rêwitiyeke berev bi beravên dîrokeke evîndarane.




Mirov diçe ciwantiya xwe

 

Kesên ku tên û li standên vê dîdariyê digerin û bi sêlikan û gramofonan re eleqeder dibin, di bin dengê qadê de hinekî xemgîn dibin û hinekî jî dicoşin. Kesên ku hatine dawiya emrê xwe dibêjin, dema em tên vir weke ku em hatibin ciwantiya xwe û em xwezî bi wan rojan tînin. Sezen Sezer jî yek ji wan kesan e ku sêlik û gromofon di jiyana wî de cihekî tenik û taybet digire. Sezer di ciwantiya xwe de eleqe bi tangoyê daye û di ber muzîka ku ji gramofonê difûre reqs kiriye bi salan. Ew dide zanîn ku reqs kirina li ber muzîka sêlikan meriv dikêşe nava deryaya xeyalan û ew jî hatiye da ku li van standan him sêlikên xwe zêde bike û him jî atmosfera wê serdemê bikêşe bevilên xwe.




Dema ku sêlik hêdî hêdî ji mal û kuçeyan vedikşin û cihê xwe ji tomargeriya digital re xalî dikin, ew kesên ku bi dildarî nêzikî sêlikan dibin jî beşek ji hest û heza xwe jidest dan. Lê wan dîsan jî dev ji vê hezê bernedane û gelekê wan bi berhevkirina koleksiyonan him bi sedan sêlik ji wandabûnê rizgar kirine û him jî ew tama guhên xwe berdewam kirine. Serencema sêlikan ya 30 salên dawîn jî bi saya van kesan berdewam kirine û hîna jî dikin. Bi derketina CDyan re companiyên ku sêlik hildiberandin jî dev ji vî karî berdan û dahatuya sêlikvaniyê diyar bû. Ew kesên koleksiyonêr li hemberî vê yekê jî çeperek danîne ber têkçûna sêlikan. Helbet ew yek jî dike ku him bihayê sêlikan zêde bibe û him jî sêlik neyên dîtin. Hêdî hêdî sêlik dibin amûreke entîke û di refikên nîmayîşkirinê de asê dimînin.


Yek ji wan koleksiyonêran jî Farûk Alptekîn e. Alptekîn dide zanîn ku wî di sala 1960î de dest bi berhevkirina sêlikan kiriye û wiha pê de diçe, “Niha koleksiyona min a sêlikan heye lê ez niha dinêrim ku buhayê sêlikan gelekî zêde ye. Bi rastî ez niha nikarim bikirim lê disa jî ev çalekiyeke pir xweş û baş e. Ez dema hatim vê derê, weke ku ez hatibim beriya 60-70 salan.




Eleqe zêde dibe lê sêlik kêm dibin


Kesên ku ji mêj ve  bi plakan re eleqedar in ketina xwe ya şopa sêlik û gramofonan bi ‘hezkirin’ê ve girê didin. Li gorî wan dema ku mirov toza ser sêlikê paqij dike û datine ser gramophonê edî mirov naxwaze ku ew kêlî bi dawî bê û ew deng ji guhên wan qut bibe. Ew di wê baweriye de ne ku jixwe CD tu caran nikarê cihê sêlikê bigire û guhdariya herî xweş ya sêlikan e.


Ji ber ku muzîkjen edî albûmê xwe li ser înternete belav dikin, serdema nêwiyê sêlikan ango serdema CD’yê jî edî berev di dawiyê ve diçe. Kes êdî berê xwe nade kirîna CD’yan lê hezkirina sêlikê kêm dibe lê her çi be jî kûrtir dibe û berdewam dike. Dema ku mirov sêlik û CD’yê bide ber hev, CD di şopa sêlikê de çîprût dimîne û nikare estetîka sêlikê arasteyî guhdaran bike.

 


Li gorî îstatîstîkên ku di warê sêlikgeriyê de hatine ragihandin, rewş berv bi wê qonaxê ve diçe ku meriv rûken dike. Ji ber ku eleqe pêdana sêlikan zêde dibe. Pispor jî dibêjin ku li Emrîka û Brîtanyayê frotîna sêlikan bi rêjeyeke milyonî tê bi lêvkirin û berz dibe.


Ji sala 2007an ta niha foritina sêlikan her sal ji sedî 15 zêde dibe lê li beramberî vê fritona CDyan ji sedî 20 kêm dibe. Ji ber ku êdî sitranên kevn û grampohon di film û rêzefîlma de têne bikaranîn. Li aliyê din berhevkirin û kirîna sêlikan weke trendekê xwe vedijene. Bê guman ev rewş têsîrê li Tirkiye jî dike. Eleqeya germ dike ku hin companî yan jî hin hunermend albûmên xwe him di formatê sêlikan de û him jî di formatê CD de derxin.


Sêlikfroş Eray Duzgunsoy berzbûna eleqeya li gel sêlikan û firotina wan piştrast dike dide zanîn ku ew xal bala il ser sêlikgeriyê zêde dike. Duzgunsoy ji Rûdawê re wiha got, “Ew dîdariya duyem e ji ber ku him hejmara sêlikfiroşan û him jî ya kiryaran ji sala çûyî zêdetir bûye, di warê dahatuya vê amûrê de jî nîşaneyên ku meriv dilşad dikin rû didin. Ji her beşên civakê û ji biçûkan heta mezinan kiryar tên û sêlikan dikirin yan jî ji wan dipirsin. Em hevîdar in ku bi saya vê dîdariyê wê qad û kuçeyên ku dengê sêlikan lê olan dide jî zêde bibin û eleqe germtir bibe.’’




Edîz Steel ku ew sêlikfiroş hilberînêrê sêlikan e jî Duzgunsoy piştrast dike ku serdemeke nû ji bo sêlikan destpê kiriye. Steel wiha got, “ Li Tirkiye piraniya companiyên muzîkê ji nû ve dest bi tomarkirina sêlikan û derxistina wan kirine. Her ku diçe eleqe zêde dibe û gelek muzisyen jî dixwazin ku berhemên bi formatê sêlikan derkevin. Ji ber vê yekê em jî niha dest bi xabata hilberandina sêlikan dikin. Em dikarin bêjin ku ew formên herî rast yên muzikê ne û hewceye ku em li wan xwedî derkevin.”   


Kêmbûna kelepûr, çand, hizr ango amûreke ku serdemeke paşgoya cîhanê li xwe digire meriv dilteng dike û hestên estetîkî li mirov kêm dikin. Yek ji wan amûran jî bê guman sêlikin û li gorî rewşa heyî kesên şapînêr ên vê qadê û hezkiriyên sêlikan divê ji kerb û gumana têkçûna wê xwe rizgar bikin. Ji ber ku hemû ew pêşketinên teknolojiyê, asta ku qada digital gihîştiyê li hemberî tam û hesta sêlikan bi ser neketiye. Sêlik û sêligerî rastiyeke di vî warî de nîşanî cîhanê dide û ji nûve xwe di mal û kuçeyên cîhanê de diedilîne. Çavê sêlikvan û muptezelên sêlikan ronî be.




Nûçe: Recep Çapan / Foto: Ciwan Mûtlû

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst