Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Ezîz Weysî di berhema xwe ya herî dawî de ligel Koma 12 Sûwarên Merîwanê klîbekî amade dike.
Gerde bê gerde navê berhema nû ya Ezîz Weysî ye ku biryare di vê mehê de amade bibe.
Gotin û mûzik a Ezîz Weysî bi xwe ye. Weysî derbarê klîba xwe ya nû de ji Rûdawê re got: “Kilîba stranê bi beşdariya Koma 12 Suwariyên Merîwanê, li bajarê Merîwan û Kirmanşanê hate amade kirin. Nasir Heyderî ev klîp amade kir. Di vê mehê de dê bê belavkirin.”
Ji aliyê din ve, şîrketekî almanî bi rêya sponsorê xwe yê bajarê Kerkûkê ve, li gel Ezîz Weysî girêbestek mor kirine da ku di reklama şampuanekî de rol bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse