Hewlêr (Rûdaw) - Mûzîkjenê navedar yê Rjavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo kilîpa xwe ya nû bi navê “Vegeriyam Kobanî” belav kir.
Ganî Mirzo ev kilîpa xwe ya nû “Vegeriyam Kobanî” di dema serdana xwe bo Kobanî de amade kiriye û dîmenên wê li nav bajarê Kobanî û derdorê hatine kişandin.
Ev zêdetirî 25 salan e Ganî Mîzro li Spanyayê dimîne û berî niha dest bi karekî giring kiribû, ew jî komkirina hejmarekî ji alavên mûzîkê bo zarokên Rojavayê Kurdistanê bû.
Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî standina lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan mûzîk xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê mûzîkê xebitî. Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina mûzîkê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse