FRANKFURT - Aryayên operayê û awazên Kurdî dê bi dengê efsûnî yê Pervînê olan bidin
Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya navdar a Kurd Pervîn Chakar, ji bo ku derkeve pêşberî hezkirên muzîkê diçe bajarê Frankfurtê yê Almanyayê.
Hunermenda navdar a Kurd Pervin Chakar, sibe (12ê Kanûna Peşîn) saet 20:00î li yekê ji salonên navdar ên Frankfurtê Clara Schumann Saalê konserekê dide.
Di konserê de piyanîsta ji Koreya Başûr Boram Ahn dê bi piyanoya xwe hevaltiya Pervin Chakarê bike.
Muzîka Kurdî û klasîk digihîjin hev
Awazên kûr ên muzîka Kurdî û aryayên operayê yên klasîk dê di wê resîtala taybet de bigihîjin hev û li yek ji salonên herî bijarte yên cîhanê deng vedin.
Dengê xurt û tijî hest ê Pervin Chakarê û piyanoya nazîk a Boram Ahnê dê tecrubeyeke hunerî ya bêhempa pêşkêşî guhdaran bikin.
Derfeteke bêhempa ji bo hezkirên hunerê
Ev konser ji bo kesên li Frankfurt û bajarên derdorê dijîn derfeteke girîng e ku hem muzîka Kurdî di perspektîveke navneteweyî de guhdar bikin û hem jî efsûna muzîka klasîk bi şîroveyeke cuda bibihîzin.
Repertuvara şevê ji berhemên ku Pervîn Chakarê bi hûrgilî li ser xebitiye pêk tê.
Hem berhemên klasîk ên ku nûnertiya kevneşopiyeke rehdar dikin û hem jî aryayên ku nayên jibîrkirin dê bi şîroveya hosteyî ya Sopranoya navdar a Kurd olan bidin.
Bilêtên konsera li Franfurtê li ser malpera Pickaseatê tên fîrotin.
Pervîn Chakar kî ye?
Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.
Wê sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.
Sala 2003yan li Zanîngehê Gaziyê ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.
Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye.
Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.
Hunermenda Kurd Pervin Chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.