Hozan Beşîr: Ez dixwazim stranên kurdî bi miletên cuda re bidim hezkirin

12-02-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hozan  Beşîr hunermendek Amedî ye ku ew stranên Kurdî û Tirkî dibêje, bi sitîla xwe ya ciyawaz, niha wî di nav civaka tirkan de jî cihê xwe girtiye.


Rêjeya hogirên wi yên Tirk ji Kurdan bêhtir bûne. Her stranek Hozan Beşîr bi gotîna wî niha li ser torên medyaya civakî bi sed milyonan hatine tikandin.


Hozan Beşîr dibêje  armanca min ew e ku ez stranên Kurdî bi miletên cuda bidime hezkirin.


Bi stîla xwe ya cûda Hozan Beşîr çi bi stranên Kurdî û çi bi stranên zimanên biyanî bi dehan stranan şîrove kir, stranên wî tenê li ser torên medyaya civakî bi giştî niha gihişti ye devdevî 200 milyon kesan.


Hunermend Hozan Beşîr ji Rûdawê re wiha got: “Çend stranên min li hemû cîhanê belav bûn. Strana min a Elfîda tenê li 3-4 cihan gihîştiye 30 milyonan, de vêca sed stranan bihesibînin.”


Li pişta Hozan Beşîr ne komek amûr û ne orkestrayek heye, tenê ew û saza xwe ne, lê dema dibêje mîna ku bi dehan amûr pê re hevaltî dikin.


Hozan Beşîr wiha domand: “Kesên min guhdar dikin Kurd in, Tirk in. Ez stranên Kurdî dixwînim, belkî hunermendek  din bixwîne kesek guh nadiyê; lê Tirk ji şîroveya min hez dikin.”


Hozan Beşîr her çend stranbêjek Kurd be jî, lê ew stranên Tirkî jî dibêje û cumhurên wî bêhtir Tirk in, Beşîr dibêje ku Cumhurên wî yên Tirk 70 ji sedî ne û herwisa muzîkhezên Tirk yên ku piranî guhên xwe ji stranên; Kurdî re girtine bi hezkirina Beşîr dibin evîndarên stranên Kurdî.


Beşîr herwiha got: “Tiştên xwezayî çi ji dilê min hatiye min ew gotiye, dibe ku ji ber wê jî hezjêkiriyên min hene, ji ber ku xweza bi xwe xweş e, ev dibe xwarinek an jî stranek be.”


Ciwanên bakûr jî sitîla Beşîr cuda dibînin û ew bi serkeftbûna hunermendek Kurd kêfxweş in.


Hozan Beşîr li navçeya Erxeniya Amedê ji dayîk bû, bi salan ji bo debara mala xwe hem xwend û hem xebitî, 10 sal berê bi bernameyeke televizyonê meş hûr bû û dev ji fermanberiya dewletê berda, niha herî kêm mehane diçe 4 dewletan ku hefleyan li dar dixe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst