Dusseldorf (Rûdaw)- Rapvanê kurd Xatar bi albûna xwe ya nû di firotin albûman de yekemîn e.
Xatar yek ji navdartirîn rapvanê Almanyayê ye. 1ê Gulanê albûma wî ya nû bi navê "Baba aller Babas" derket bazarê û rasterast derket asta herî jor ya çartên muzîkê yên Almanyayê.
Li gor malpera “offiziellecharts.de“, ku tê de mezintirîn şîrketên muzîkê yên Almanyayê encamên kirrîn û guhdarîkirina stranan belav dikin, albûma Xatar ya nû di rêza firotinê de li Almanyayê di rêza yekemîn de ye.
Ji bilî wê yekê jî, Xatar bi albûna xwe ya nû di muzîka HipHopê de jî di çartan de di rêza yekemîn de ye.
Xatarê ku ji ber şelandina erebeyeke barhilgir ya zêr di 2009ê de hatibû girtin, dawiya sala borî pêşwext ji girtîgehê derket û yekser dest bi xebata ji bo albûmeke nû kir, ku van rojan bi navê "Baba aller Babas" derket.
Di girtîgehê de jî Xatar dest ji muzîkê bernedabû û çend stran bi rêya telefoneke destan ya bi dizî derbasî girtîgehê kirî tomar kiribû û ew stran bi dizî ji derve re şandibû.
2012ê şirketa wî ya mûzîkê “Alles Oder Nix Records“ albûma wî ya bi navê “Nr. 415", ku hejmara odeya wî ya girtîgehê bû, derxistibû û dengekî mezin vedabû.
Xatar bi navê xwe yê rast Jîwar Hicabî bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Dema Jîwar 5 salî bû, malbata wî ji Îranê reviyabû û bi rêya Iraq û Frensayê xwe gihandibû Almanyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse