Li derveyî welatên Ereban fuara herî mezin a pirtûkên Erebî li Stenbolê tê lidarxistin

Stenbol (Rûdaw) - Fuara Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê cara 10emîn e li Stenbolê tê lidarxistin û dê heta 17ê Tebaxê bidome.

Fuara 10emîn a Navneteweyî ya Navdewletî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê li Qada Yenikapiyê 9ê Tebaxê dest pê kir.

Ji 30 welatan zêdetirî 300 weşanxaneyên Erebî beşdar fuarê bûne.

Ev fuar li derveyî welatên Ereban fuara herî mezin a pirtûkên Erebî ye.

Fuar her sal ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Weşangerên Pirtûkên Erebî ve tê lidarxistin.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê jî piştgirî dide fuarê.

Îsal ji Îraqê 3 weşanxane, ji Îranê jî 2 weşanxane beşdar bûne.

Wekî her sal di fuara îsal de jî ti weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî-Erebî çap dike cih negirt.

Li Tirkiyeyê bazara firotina pirtûkên Erebî salawext 100 hezar pirtûk e.

Tê çaverêkirin ku îsal derdora 130 hezar kes fuarê ziayret bikin.

Berpirsê Weşanxeneyeke ji Misrê Mihemed Îbrahîm got:

“Ez ji Misirê ji Qahireyê hatim vir. Em li vir pirtûkên xwe didin nasîn. Pirtûkên me li ser wêje, ziman û olê ne.

Ev 3 pirtûkên me gelek tên firotin: ‘Cara Ewil Quranê Bifikirîn Dixwînim’, ‘Cara Ewil Duayê Hîs Dikim’ û ‘Cara Ewil Nimêja Xweş’ dikim.”

“Bihayê pirtûkan jî baş e”

Xwînera Yemenî Asya Sabitê jî got:

“Me fuara pirtûkan ziayret kir. Gelek pirtûkên curbicur hene. Bihayê pirtûkan jî baş e.

Bi taybetî jî em li pirtûkfiroşên Tirkiyeyê bi vî bihayî nikarin bistînin. Lewra em gelek pirtûkên bi Erebî yan Îngîlîzî digerin lê peyda nakin.”

Weşanxaneyên ji gelek welatên Ereban ên wek Misir, Libnan, Kuweyt, Erebistana Siûdiye, Sûriye û weşanxaneyeke Erebî ji Brîtanyayê jî amade ne.

“Şahnameya bi wêne û mînyaturî heye”

Weşangerê ji Xoresanê Elî Nodehî jî got:

“Ez Kurdê ji Xorasanê me. Em ji bo Fuara Erebî hatine Stenbolê. Gelek pirtûkên me hene.

Destxwetên Quranê hene. Her wiha Şahnameya bi wêne û mînyaturî heye.”

“Erebî dê bijî”

Berpirsê Weqfa Enkiyê ya li Bexdayê Dr. Ammar El Behadlî jî got:

“Ev fuar bi dirûşma ‘Erebî dê bijî’ tê sazkirin. Ev çalakî ji bo parastina Erebî û berdewamiya lihevanîna Kurd, Ereb, Tirk û gelên din girîng e.

Ev fûar îro ji bo parastina nasnameyan îradeyek e.”

Wekî her sal di fuara îsal de jî ti weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî-Erebî û weşanên derbarê Kurdan çap dike cih negirt.

Lê ji xeynî pirtûkên Erebî, li ser standan hin pirtûkên bi zimanên Tirkî, Farisî û Îngîlîzî cih digrin.

“Hem kitêbên Îslamî hem jî kitêbên giştî hene”

Mamosteyê zimanê Erebî Beşar Mihemed Hewlêrî jî got:

“Ev fuar ji bo her kesî pir sûdwer e. Hem kitêbên Îslamî hem jî kitêbên giştî hene.

Lazim e weşanxaneyên ji Herêma Kurdistanê jî li vir bûna. Dema em lê dinêrin her çi qasî navê fuarê Fuara Erebî be jî gelek pirtûkên bi Tirkî hene.”

Di Fuara Erebî de wekî her sal îsal jî pirtûk û sembolên derbarê Filistîn û Xezeyê rastî eleqeyeke mezin tên.

Li gorî amarên nefermî, li Tirkiyeyê derdora 4-5 milyon nifûsa Ereban heye, bi taybetî jî li bajarê Stenbolê derdora 500 hezar penaberên Sûriyeyî û hejmareke zêde niştecihên Ereb hene.

“Min pirrengiya zimanan dît”

Xwendekara Yemenî Nîlwan El Cebelî jî got:

“Li vê fuarê min pirrengiya zimanan dît û giyanê nivîskaran hîs kir.

Pir kêfa min ji fuarê re hat. Min gelek pirtûk standin.”

Xwînerê Makedonî Bekir Fadil Helîm jî got, Ez ji Komara Makedanoyaya Bakur hatime vir.

Ez li Urdinê  Erebî hîn bûm. Lewra min li Ummanê li Zanîngeha Urdinê xwend.

Em hatin Stenbolê lewra gelek pirtûkên Erebî li vir tê dîtin.”

Li gorî Komeleya Weşangerên Pirtûkên Erebî, li Tirkiyeyê bazara firotina pirtûkên Erebî baş e û salawext nêzîkî 100 hezar pirtûk tên firotin.

Di fuarê de rojên îmze, gotûbêj û çalakiyên çandî jî têne lidarxistin. Tê çaverêkirin ku îsal derdora 130 hezar kes serdana fuarê bikin.