Rojhilat - 12emîn festîvala şanoya kurdî hat lidarxistin

 

Seqiz (Rûdaw) –  Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, 12emîn festîvala şanoya kurdî bi beşdariya tîmên şanoyê yên Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

12emîn festîvala şanoya kurdî li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî 5 rojan xilas bû.

Di festîvalê de 10 şano di beşa hevrikiyê de û 2 şano jî di beşa taybet de hatin lîstin, naveroka piraniya şanoyan jî êş û zilma li ser kurdan bû…

Di festîvala îsal de, ne tenê tîmên şanoyê yên Rojhilat lê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî şano û hunermend beşdar bibûn…

Di dawiya festîvalê de, şano û hunermendên serkeftî hatin xelatkirin…

Baştirîn û bihatirîn xelata festîvalê, 500 hezar tûmen bû ku dike nêzîkî 160 dolar. Ev jî nîşan dide ku “berîka” festîvalê vala bû…