SEQIZ - Şikefta Kereftûyê ketiye lîsteya mîrata niştimanî
Hewlêr (Rûdaw) - Şikefta Kereftûyê ya li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê wekî mîrata niştimanî hatiye tomarkirin.
Niha jî hewl tên dayîn ku Şikefta Kereftûyê di Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê de bê tomarkirin.
Li nêzîkî şikeftê, li ser sînorê bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê, festîvalek hat lidarxistin ku armanca wê balkişandina zêdetir a ser herêmê û Şikefta Kereftûyê bû.
Şikefta Kereftûyê 15ê Çiriya Paşîn 2022yan wekî şûnewarekî cîhanî di lîsteya demkî ya UNESCOyê de hat tomarkirin,lê hîn biryara dawî li ser nehatiye dayîn.
Şikefta Kereftûyê di navbera bajarên Dîwandere û Seqizê de ye.
Şikeft ji çar qatan pêk tê û du beşên wê xwezayî ne û du beşên din jî bi destan hatine çêkirin.