Di roja duyem a Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê de zêdetirî 20 fîlman hatin nîşandan û ji aliyê xelkê ve bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin.
Festîvalê gelek mêvanên xwecihî û biyanî anîn cem hev.
Di festîvala ku bi giştî 150 fîlm ji 30 welatên cuda beşdar bûne de, 95 fîlm di beşên pêşbirkê de ne.
Li gel nîşandana fîlman, li Zanîngeha Silêmaniyê panelên akademîk jî tên lidarxistin.
Rûdaw sponsora medyayî ya fermî ye
Tora Medyayî ya Rûdawê wekî sponsora medyayî ya fermî ya festîvalê ye û bi 31 belgefîlman beşdarî festîvalê dibe.
Salona yekem a City Cinemayê bi taybetî ji bo berhemên Rûdawê hatiye veqetandin.
Çalakiyên Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayîkê" 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an dest pê kir û dê 16ê mehê bidomin.
Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw