Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, heştemîn festîvala fîlmên kurdî bi hinek stêrkên sînemaya kurdî dê vê mehê li Paytexta Brîtanya, Londonê were sazkirin. Festival dê 10 rojan bidome.
Rêveberiya festîvala fîlmên kurdî di daxuyaniyekê de ragihand, heştemîn festîvala fîlmên kurdî dê rojên 15 heta 24ê Mijdara îsal li her du sînemayên Hakney Picture House û Westborn Studioes ên Londonê were sazkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku fîlmên kurdî yên dirêj, kurt, belgeyî, enîmeyşin (anîmasyon) dê di festîvalên de bên nîşandan. Di destpêka festîvalê de dê fîlma bi navê “Pêş Befirbarîn” a derhêner Hîşam Zeman were nîşandan.
Di fîlma Pêş Befirbarîn de behsa kuştina li ser şerefê tê kirin. Vê fîlmê heta niha gellek xelatên cîhanî bidest aniye ku herî dawî xelata festîvala fîlman a Ebû Zebî ya Îmaratê bû.
Li gorî daxuyaniyê, di heşetemîn festîvala fîlmên kurdî li Londonê de, derhênerên mîna Behmen Qubadî, Huner Selîm û Tayfûr Aydîn jî beşdar bibin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê take festîvaleke ku sînemagerên hemû beşên Kurdistanê û cîhanê li hev kom dike.
Berpirsê Ragihandina festîvalê Şewnim Adil, ji Rûdawê re diyar kir ku di festîvala îsal de 121 fîlmên balkêş tên nîşandan ku 23 jê dirêj, 46 belgeyî, 52 kurt hevrikiyê dikin û tên nîşandan. Ji fîlmên kurd 20 fîlm dê bo Festîvala Kurtefîlman a Yilmaz Guney bên hilbijartin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê festîvaleke serbixwe ye ku hemû endam û karmendên wê bi awayekî xwebexş tê de kar dikin. Alîkariyên festîvalê ji hinek sponsorên hikûmî, sivîl û taybet tên dabînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse