Derhênerê Wanî ji New Yorkê bi xelat vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Kurtefîlma derhênerê Kurd Yunus Îmga ya bi navê "Bikuje" di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Long Island a New Yorkê (NYLIFF) de xelata "Fîlma Biyanî ya Herî Baş" wergirt.
Derhênerê 32 salî yê ji Wanê Yunus Îmga, senaryoya fîlmê nivîsand, derhênerî kir û di heman demê de rola sereke jî lîst.
Yunus Îmga ji Rûdawê re got ku di ezmûna xwe ya yekem a derhêneriyê de, wî çîroka antîlehengên ku tev li karên mafya û neyasayî bûne vedibêje.
Wî diyar kir ku karakterên fîlmê îdiaya "mirovên baş" nakin û çi Kurd bin çi Tirk, hem kiryar û hem jî mexdûrên tundiya sîstematîk in.
Yek ji dîmenên balkêş ên fîlmê ew e ku karakterê "Zaza" bi Kurmancî diaxive.
Yunus Îmgayî da zanîn ku wî ev tercîh kiriye da ku cudakariya nedîtbar a di navbera Kurmanc û Zazayan de nîşan bide.
Ji karkeriya înşaetê heta sînemayê
Yunus Îmgayê ku ji bo debara jiyana xwe li gel lîstikvaniyê di înşaetê de jî hostatiyê dike, got ku wî budceya fîlmê bi tevahî bi derfetên xwe amade kiriye û wiha domand:
"Min çîrok nivîsand. Ji bo ku ez bikaribim fîlmê çêbikim, pêdiviya min bi pereyan hebû.
Min di înşaetê de kar kir, pereyê ku min qezenc kir xist bêrîka xwe û bi lîstikvanên xwe re prova kir û me fîlm wisa çêkir."
Yunus Îmgayî piştî ku xwendina xwe ya lîseyê ji derve temam kir, li zanîngehê beşa lîstikvaniyê xwend.
Çîrokeke mafyayê
Çîroka fîlmê, berevajî pevçûnên asayî yên Kurd û Tirkan, li dora du karakterên mafyayê disekine.
Yunus Îmgayî diyar kir ku karakter gelekî xerab in û di kuştina mirovan de gelekî rehet in û anî zimên ku wî xwestiye pevçûnê bi awayekî piralî vebêje.
Îmgayî da zanîn ku wî navê fîlmê bi taybetî ji bo ku "balkêş" be hilbijartiye û lê zêde kir ku navê wê yê Îngilîzî jî rasterast wekî "Kill" hatiye wergerandin.
Ji New Yorkê bi xelat vegeriya
Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Long Island a New Yorkê ku bi giştî 136 fîlm ketibûn pêşbirkê.
Îmgayî got ku wergirtina xelata "Fîlma Biyanî ya Herî Baş" ji bo wî bûye motîvasyoneke mezin.
Derhênerê ku cara yekem çûye Amerîkayê û pêvajoya festîvalê bi kelecan derbas kiriye, diyar kir ku ew bi gelek kesên ku bi Îngilîzî nizanin re hevdîtin kiriye û di festîvalê de derfeta temaşekirina gelek fîlmên cuda dîtiye.
Planên paşerojê
Îmga plan dike ku piştî bi pêşxistina ezmûna xwe ya kurtefîlman, derbasî fîlmên dirêj bibe.
Îmgayî diyar kir ku ew difikire meha adar be yan jî nîsanê li Almanyayê kurtefîlmekê çêke û di paşerojê de armanc dike ku projeyeke fîlmele dirêj a bi Kurdî amade bike.
Îmgayî her wiha got, “Ez hunerê li ser bingeha xwe plan dikim. Di fîlma dirêj de bi taybetî dixwazim çîroka keçeke Kurd an jî zarokekî Kurd vebêjim.
Ez plan dikim ku çîrokê bi awayekî piralî û pirdeng pêşkêş bikim."