Konsêrta hunermenda kurd Yelda Ebasî li Sine hat hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Îranê yên li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, rê nedan ku konsêrta mûzîkê ya hunermenda kurd a ji Xurasanê, Yelda Ebasî li bajarê Sineyê birêve biçe.

 

Birryar bû îro înê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, konsêrtek ji bo hunermenda kurd Yelda Ebasî bihatiba lidarxistin, û posterên konsêrtê jî ji heftiyek berê ve hatibûn belavkrin, lê konsêrt ji alyê berpirsên parîzgeha Sineyê ve hate hilweşandin.

 

Rêvebira Karubarên Yelda Ebasî ji Rûdawê re ragihand, ku ji wan re hatiye gotin, ku sedema hilweşandina konsêrtê, şîna giştî ya bi boneya koça dawî ya Serokomarê Îranê yê berê Haşimî Refsencanî ye.

 

Rêvebira Karûbarên Yelda Ebasî herwiha got, rêgirtin ji birêveçûna konsêrte hunermend Yelda Ebasî di demkê de ye, ku her îro festîvala mûzîkê ya Fecir dest bi karên xwe dike.

 

Rêvebira Karubarên Yelda Ebasî herweha da xuyakirin, berpirsên parêzgeha Sineyê ti piştgiryekê nadin konsêrta Yelda Ebasî û ji xelkê Sineyê xwast, ku piştgiryê bidin birêveçûna wê konsêrtê, da ku ew bikarin di rojên dahatî de konsêrta xwe li bajarê sne lidar bixin.

 

Yelda Ebasî hunermendeka kurd a ji Xurasanê ye û ji ber stranên xwe yên kurdî û dengê xwe yê dilşewat, gelek navdar bûye.

 

Yelda Ebasî bi şêwezarê kurmancî yê zimanê kurdî stranên xwe dixwîne.

 

Pirraniya stranên ku Yelda Ebasî distêre, stranên fulklurî yên kurdên Xurasanê ne û gelek ji wan behsa serpêhatî û êş û derdên kurdên Xurasanê dikin.

 

Li Xurasan a Îranê ku dikeve rojhilat û bakurê rojhilatê Îranê derdora 1,5 milyon heta 2 milyon kurd dijîn, ku bi şêwezarê kurmancî diaxivin.

 

Kurdên Xurasanê di sedan sal berî niha û pirranî di serdemê Împeratriya Sefewiyan a Îranê de, bi zordarî ji parêzgeha Urmiyê ve bo wê deverên hatine veuguhastin û li cih û warên wan ên berê (li parêzgeha Urmiyê), eşîrên tirk û tirkmen hatin bicihkirin.