Feqê Teyran û Brahîm Şêxo konserta piştgiriya Kobanî lidar xistin

Almanya (Rûdaw)- Kurdên welatê Almanya konsertek bo herdu hunermendên kurd Nizamettin Ariç û Brahîm Şêxo ji bo piştgiriya berxwedana hêzên kurdî li Kobanî lidar xistin.

Komeleya Nûbihar a Kurdên Almanyayê ya çand û hunerê û bi piştevaniya partiyên wî welatî, li bajarê Essen konsertek bo hunermend Nizamettin Ariç yê naskirî bi navê Feqê Teyran û hunermend Brahîm Şêxo kurê hunermendê mezin Mihemed Şêxo ji bo piştgiriya berxwedana Kobanî lidar xist.

Di wê konsert nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Almanyayê jî beşdar bûn, ji wana jî Arno Klare ji partiya (SPD), Thomas Kufen ji partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDU) û hinek siyasetmedarên wî welatî ji wan jî xanim Kisike ji partiya Çep (Die Linke) û Rolf Flis ji partiya kesk (Die Grünen), ku wan jî piştgiriya xwe û welatê Xwe bo bajarê Kobanî û xelkê wê diyar kirin.

Di distpêkê de hunermend Brahîm Şêxo sitranên bavê xwe ji amadebûyan re got û li piano da, ku pir dilê wan bû û ew dilxweş kirin, bi taybetî jî dema ku sitrana Nisrîn got.

Piştre hunermendê navdar Nizamettin Ariç konsert berdwam kir û sitranên alboma xwe ya dawî got.