Navenda Nûçeyan - Xelatên Grammyê ku di qada muzîkê de ji xelatên herî girîng e, li Los Angelesa bajarê Amerîkayê bi merasimê hatin dayîn. Kesên navdar jî di merasimê da cih girtin.
Merasima xelatan li Staples Centerê hat lidarxistin. Stranbêjê îngiliz Adeleya 28 salî di 5 şaxan de xelat hilda û mohra xwe li merasimê da.
Adeleyê bi albuma navê "25"ê xelata "Albuma Salê" û bi strana "Hello"yê va xelata "Strana Salê" hilda.
Adele di merasimê de derket ser dikê ji bo bîranîna George Mîchaelê stranbêjê îngiliz ku mir, strana "Fast Love" got.
Kesên ku Xelata Grammya 59emîn qezenc kirin wiha ne:
Albuma Salê: Adele - "25"
Strana Salê: Adele - "Hello"
Stranbêja/ê Nû yê Herî Baş: Chance The Rapper
Albuma Rapê ya Herî Baş: Chance The Rapper - "Coloring Book"
Stana Rapê ya Herî Baş: Drake - "Hotline Bling"
Albuma Urbana Nûjen a Herî Baş: Beyoncé - "Lemonade"
Performansa Pop Soloyê ya Herî Baş: Adele - Hello
Albuma R&Bê ya Herî Baş: Lalah Hathaway - "Lalah Hathaway"
Strana R&Bê ya Herî Baş: Maxwell - "Lake by the Ocean"
Performansa R&Bê ya Herî Baş: Solange - "Cranes In the Sky"
Albuma Pop Vokal ya Herî Baş: Adele - "25"
Albuma Rockê ya Herî Baş: Cage The Elephant - "Tell Me I’m Pretty"
Strana Rockê ya Herî Baş: David Bowie - "Blackstar"
Vîdeoya Muzîkê ya Herî Baş: Beyonce - "Formation"
Performansa Gruba/Du kesane Popê ya Herî Baş: Twenty One Pilots - "Stressed Out,"
Performansa Country Soloyê ya Herî Baş: Maren Morris - "My Church,"
Albuma Muzîka Alternatîf ya Herî Baş: David Bowie - "Blackstar"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse