Arşîva kurdî li ser înternetê ye

Mamoste Rifat Sefalî û xebatkarên "Platforma Neteweyî" ev demeke li ser dîjîtalîzekirina arşîva kurdî kar dikin. Sefali diyar kir ku ew di sê beşan de hemû pirtûk, kovar. rojname û belgeyên kurdî û ewên ku li ser Kurdan bi zimanên din hatibin nivîsandin, bi awayên nûjen dîjîtalîze dikin û hemû berheman di bin navê “Arşîva Kurdîˮ li ser înternetê kom dikin. Sefali got, “Ligel arşîva dîjîtal em cihekî ji bo arşîva pirtûk, kovar û belgeyên orîjînal jî amade dikin. 

Rêvebirê Platforma Neteweyî" (www.netewe.com) Rifat Sefali û 4 hevalên xwe ev çend sal in ji bo arşîveke nûjen a kurdî li Swîsreyê xebat dikin. Ew bi giranî li ser arşîva weşan, belge û rojnamegeriya Kurdên Bakûr û yên dîasporayê kar dikin û herwiha belge, kovar, nûçeyên rojnameyan û pirtûkên ku bi zimanên din derbarê Kurdan jî hatibin nivîsandin kom dikin. Sefali ji Rûdawê re behsa karê xwe kir û got, “Em arşîvek nûjen ji sê beşan ava dikin. Beşek ji bo pirtûkên kurdî û pirtûkên almanî, fransî, îngilizî û flamanî ye ku ev pirtûk derbarê Kurdan hatibin nivîsandin. Beşa duyem ji bo kovar û rojnameyên kurdî ye. Ji rojnameya yekem Kurdistanê bigirin heta Rûdawê hemû rojname û kovarên kurdî hene. Di beşa sêyem de em belgeyan dicivînin; belgeyên partî û rêxistinên Kurdan, bename û encamên konferansên wan; belgeyên mîsyonerên ewropî ku li Kurdistanê geriyane û niha di arşîvên dewletên Ewropayê de ne.ˮ

Ji bo berhemên orjînal arşîveke taybet

Rifat Sefali bixwe li bajarê Basel a Swîsreyê di karê arşîvê de dixebite û ezmûna wî li ser arşîvkirinê heye. Sefali daxuyand ku ew hemû pirtûk, kovar û belgeyan bi awayek profesyonel ji scannerê derbas dikin û wek formata PDF di malpera www.netewe.com de diweşînin. Sefali destnîşan kir ku her kes dikare sûdê ji vê arşîvê werbigre û got, “Çi lêkolîner dibin, çi akademîsyen, çi rojnamevan, dîrokzan an jî kesên din ku bixwazin agahî bistînin an jî lêkolînê bikin, bi hêsanî dikarin belge û pirtûkan download bikin an jî kopî bikin. Malpera me ya niha tê nûkirin û em ji bo pêşerojê malperek taybet vedikin da ku hemû berheman di wir de pêşkêş bikin.ˮ Ew herwiha orjînala pirtûk, kovar, rojname û belgeyên dîrokî dicivînin û arşîveke taybet ji bo wan jî li Baselê vedikin.

Di arşîvê de çi hene?

Rifat Sefali derbarê naveroka arşîvê de jî agahî dan. Heta niha nêzîka 500 pirtûk ji scannerê derbas bûne û wek E-Pirtûk hatine amadekirin. Sefali destnîşan kir ku di dîjîtalîzekirina pirtûkan de hinek pirsgirêkên yasayî dikevin pêşiya wan û got, “Hinek pirtûk hene ku ji bo kopîkirin û weşandina wan divê mirov destûr ji weşanxaneyê werbigre û pere jî bide. Derfetên me niha tine ye ku em pere ji bo wan bidin, lewma em niha pirtûkên bê destûr diweşînin û ji bo pirtûkên din jî li rêyên pratîk digerin.ˮ Di nava wan pirtûkan de destnivîsên dîrokî hene, pirtûkên ji sedsala 17’emîn hene û herwiha roman, pirtûkên siyasî, yên jîngerî û gramerê jî hene. Di nava kovar û rojnameyan de jî li gor agahiyên ku Sefali dane, yekem Rojnameya Kurdan a ku di sala 1898ê de li Kahîreyê hatiye weşandin, Kurdistan jî heye. Herwiha cîldên Hawar, Ronahî, Hêvî û heta kovarên sala 2013ê di nav de hene. Di nava belgeyan de jî nameyên mîsyonerên alman, fransiz, awustûryayî û îngilizan hene ku li Kurdistanê geriyane. Herwiha belgeyên dema serhildanên Kurdan de ku dezgeh û rayedarên dewleta tirk ji hev re şandine, hene.

Kî ye?

Rifat Sefali di sala 1959ê de li navçeya Amedê, Bismilê hatize dinyayê. Eslê wî ji Maden a ser bi Xerpûtê ye. Sefali di sala 1977ê de ji ber belavkirina Kovara Roja Welat hat girtin û piştî 12ê Îlonê 4 sal cezayê girtîgehê dane wî. Pişt re Sefali li Zanîngeha Dîcleyê fakulteya perwerdê xwend. Di sala 1989ê de li Stenbolê Wesanxana Firat û Dicle vekir û kovara bi navê Vatan Güneşi derxist. Ji bo kovara Vatan Güneşi jî se sal di girtîgehê de ma. Ew ji sala 1994ê û vir ve li Swîsre li bajara Baselê dijî.