Îsraîl bû serkeftiya pêşbaziya Eurovisionê

13-05-2018
RÛDAW
Nîşan Eurovision Pêşbazî Îsraîl Netta Barziliaî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Pêşbaziya Eurovisiona 63yemîn a stran îsal li Lîzbonê hat sazkirin û stranbêja îsraîlî Netta Barziliaî bi strana “I am not your Tou” (Ez pêlîstoka te nînim) bû yekemîn.

 

Pêşbaziya Eurovisionê ya 63yemîn îsal li paytexta Portekîzê bajarê Lîzbonê  bi beşdariya 26 welatan hat kirin.


Stranbêja îsraîlî Netta Barziliaî bi strana bi navê “I am not your Toy” bi 529 puanan bû serkeftiya pêşbaziya Eurovisiona îsal û herwiha ev yek tê wê wateyê ku pêşbaziyên Eurovisiona 64emîn li Îsralê bibe.


Netta Barziliaî bi gotinên strana xwe balê dikêşîne ser bihêzkirina mafê jinan.


Stanbêja Qibrisê Eleni Foureira bi strana xwe ya bi navê "Fuego" bi 436 puanan bû duyem û Cesar Sampson a ji Avûsturyayê jî bi strana "Nobody But You" bû sêyemîn.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst