Mîkaîl Aslan: Di Festîvala Munzûrê de zimanê serdest Tirkî ye

Dêrsim (Rûdaw) - Ji bo Festîvala Munzurê amadehî berdewam dikin lê rexneyên ku zimanê Tirkî serdest te tên kirin.

Festîvala 23yemîn a Çand û Xwezayê ya Munzûrê ku ji aliyê saziyên sivîl ên Dêrsimê ve tê organîzekirin dê di navbera 24 û 27ê Tîrmeha 2025an de were sazkirin.

Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan ragihand ku di Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê de zimanê serdest Tirkî ye û gelekî kêm girîngî bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) tê dayîn.

Amadehiyên festîvalê berdewam dikin lê ji ber ku Şaredariya Dêrsimê di bin desthilatdariya qeyûm de ye û îsal piştgiriya festîvalê nake astengên mezin li pêşiya festîvalê ne ku aborî wekî astengiya herî mezin derdikeve pêş.

“Şaredariya me piştgirî dida me”

Serokê Komîteya Sazkirina Festîvala Munzûrê Mustafa Taşkale li ser astengan got:

“Ji destpêka sazkirina festîvalê ve car caran qedexe hebûn lê ji ber ku wê demê şaredariya me li ser kar bû, ji aliyê budce, aborî, madî û manewî ve piştgiriya me dikir û Festîvala Munzûrê bi hesanî dihat kirin.

Lê wekî hûn dizanin ji meha çiriya paşîn ve qeyûm danîn ser şaredariya me.”

Xelkê Dêrsîmê ji Parêzgarê Dêrsimê daxwaz dike ku piştgiriya festîvalê bike û festîval bê pirsgirêk bê sazkirin.

Komîteya Sazkirina Festîvala Munzûrê jî bang li hunermendên Dêrsimê kir û ji wan xwest, wekî nîşaneyeke hevkariyê bêyî ku ti pereyekî wergirin beşdarî festîvalê bibin û konseran bidin.

“Gelekî kêm cih didin ziman, çand û hunera me”

Di vê navberê de hunermendê navdar ê Kurd Mîkaîl Aslan jî li ser hesabê xwe yê Xê rexne li naveroka festîvalê girtin û nerazîbûn nîşan da.

Wî diyar kir ku di Festîvala Munzûrê de ziman, çand û hunera Kurdan kêm cih digire û ji sedî 80yê çalakî û bernameyên hunerî bi Tirkî ne û wiha got:

“Bi ya min, di bernameyên festîvalê de gelekî kêm cih didin ziman, çand û hunera me.

Zimanê serdest li ser dikê, ji axaftinên siyasetmedaran bigire heta pêşkêşkirina bernameyan bi Tirkî ye.

Ji sedî 80yê çalakî û pêşandanên hunerî jî bi heman awayî ne.

Her çend festîval divê ruh û rengê bajarên ku lê têne lidarxistin nîşan bidin jî di Festîvala Munzûrê de zimanên herêma me kêm cih digrin.

Helwesta festîvalê li hemberî sîstema zordar û paşguhker a ku her aliyê civaka me dorpêç kiriye, divê ew be ku li ziman, çand, huner, xweza û baweriya me xwedî derkeve, vejîne û veguhezîne nifşên nû.

Bi heman awayî, di festîvalê de zehmet e mirov bername û çalakiyên derbarê jin û zarokan de bibîne.

Her wekî ku jin afirîner û hilgirên ziman, çand û baweriyê ne, divê zarokên ku dê wekî hebûn me veguhezînin siberojê jî wek pêkhateyên herî girîng ên festîvalê werin qebûlkirin.”

Aslan di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku nabe Festîvala Munzûrê wekî festîvalên kêfxweşiyê were dîtin ku li herêmên geştyariyê tên lidarxistin.

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê cara yekem sala 1999an hat sazkirin û her sal gelek semîner, konferans, panel, konser û çalakiyên cur bi cur tên sazkirin.