18 Photos
Silêmanî (Rûdaw) – Hejmarek sînemakarên Kurdistanê û cîhanê li Silêmaniyê ji bo Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê civiyan.
Di Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê de 142 fîlm têne nîşandan û 114 fîlm ji bo wergirtina xelatê rikeberiyê dikin. Ji 52 welatên cîhanê fîlmên cur bi cur pêşkêşî festîvalê hatine kirin û 250 mêvanên biyanî beşdarî temaşekirina fîlman û çalakiyan dibin.