Misr dixwaze fîlmên misrê bike kurdî

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Ragihandinê ya Misrê bi alîkariya Sendîkaya Hunerên Lîstikvaniyê ya Misrê wê fîlm û rêzefîlmê misr doblaj bike bo zimanê kurdî.

Li gor nûçeya Rûsya el-Yewim, Wezîra Ragihandinê ya Misrê Duriya Şerefedîn digel şandeke Sendîkaya Hunerên Lîstikvaniyê bi serokatiya lîstikvan Eşref Ebdilxefûr civiya.

Di civînê de, pirsgirêkên hunerê li Misrê hatin gotûbêjkirin “ji bo ku dramaya misrî vegere wek berê û herdem li pêş be”.

Her di heman civînê de behsa alîkarîkirina sendîkayê ji aliyê Wezareta Ragihandinê û Yekîtiya Êzgeh û Televizyonan a Misrê ve ji bo pêşkêşkirina projeyên mezin.

Beşdarên civînê tekez kirin ku divê hemahengiyek di navbera wan de heme ji bo wergerandina karên hunerî yên misrî bo zimanê kurdî û gotin “Fîlm û rêzefîlmên misrî di nava Kurdan de cemawerên xwe yên mezin hene”.