Rambo Oskar 2016ê boykot dike

Navenda  Nûçeyan - Aktorê sînemayê yê navdarê cîhanê Sylvester Stallone ku wek John Rambo tê naskirin, ragihand, ku ew hizir ji boykotkirina merasîma Oskar a 2016ê dike.

 

Sylvester Stallone yan jî Rambo ragihandiye, ew renge beşdar di merasîma pêşkêşkirina xelatan a Oskar 2016ê de neke.

 

Rambo sedema wê yekî jî wiha daye xuyakirin, ji ber ku ew hest bi regezperestî û nijadperestiyê di nav namzedên Oskar a 2016ê de dike, wî hizir li baykotkirina merasîmê kiriye.

 

Rambo bo wergirtina baştirîn xelatê aktorê alîkar namzedê Oskar a îsal e.

 

Ew daxuyaniya Rambo piştî wê yekê tê, ku hejmarek aktorên cîhanî bi taybetî jî kesên reşpîst biryar dane merasîma Oskar a îsal boykot bikin. Aktorên reşpîst sedema biryara xwe bo baykotkirina Oskar 2016ê bow ê yekê vegerandine, ku di wan du salên dawiyê de ti sînemakarekî reşîpîst bo xelatên sereke yên Oskarê nehatine namzedkirin.

 

Merasîma dabeşkirina xelatên Oskar a 2016ê dê 2i 28ê vê mehê de li bajarê Los Angelos a Amerîkayê birêve biçe.