Di weşangeriya Kurdî de şoreşeke teorîk: Pall Weşanê ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ çap kir

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji berhemên herî girîng ên teoriya postkolonyal û wêjeya cîhanî, pirtûka Gayatri Chakravorty Spivakê ya bi navê "Bindest Dikarin Biaxivin?" (Can the Subaltern Speak?) bi wergera Kurmancî gihîşt ber destê xwîneran.

Ev berhema ku di qada xwe de wekî klasîkekê tê dîtin, ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin.

Gotara "Bindest Dikarin Biaxivin?" a Gayatri Chakravorty Spivakê cara ewil sala 1988an hat weşandin.

Vê berhemê bandoreke mezin û kûr li xebatên akademîk, felsefî û civakî yên piştî xwe kir.

Pirtûk ji aliyê Sînan Gultekîn ve ji zimanê Îngilîzî hat wergerandin û nivîskar Firat Aydinkaya jî pêşgotineke berfireh ji bo wê nivîsand.

Peyama Gayatri Spivakê ya ji bo Kurdan

Nivîskara navdar Gayatri Chakravorty Spivakê ji bo weşana Kurdî ya berhema xwe peyameke taybet belav kir.

Gayatri Chakravorty Spivakê di peyama xwe ya ji bo xwînerên Kurd de kêfxweşiya xwe anî ziman:

"Ez şanaz û serbilind im ku 'Bindest Dikarin Biaxivin?' bi Kurdî diweşe.

Ez tînim bîra xwînerên xwe ku ev gotara çil sal berê hatiye nivîsandin, destpêkek bû.

Ev gotar ne gotareke post-kolonyal e lê belê rexneyeke Hindistanê ya pre-kolonyal e."

Gayatri Chakravorty Spivakê di peyama xwe de behsa çîroka xaltiya dayîka xwe Bhuneswari Bhaduriyê kir ku wekî "bindesta ku axivî lê nehat bihîstin" tê naskirin.

Spivakê her wiha da zanîn ku ew çil sal in li Hindistanê ji bo zarokên bindest ên pergala kastê dibistanên seretayî bi rê ve dibe û hewl dide ji xeletiyên xwe fêr bibe.

Gayatri Chakravorty Spivak kî ye?

Gayatri Chakravorty Spivak li Zanîngeha Columbiayê profesor e û wekî teorîsyeneke wêjeya berawirdî û rexnegireke femînîst tê naskirin. Ew yek ji damezirînerên Enstîtuya Civakî û Wêjeya Berawirdî ye.

Spivak bi xebatên xwe yên li ser postkolonyalîzmê û wergera berhema Jacques Derrida ya bi navê "De la grammatologie" li cîhanê deng veda. Wê heta niha gelek xelatên navneteweyî yên wekî Xelata Kyoto (2012), Xelata Padma Bhushan (2013) û Xelata Holbergê (2025) wergirtine.

Sînan Gultekîn kî ye?

Wergêrê pirtûkê Sînan Gultekînê ku li Zanîngeha Bogazîçiyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandiye, niha li Zanîngeha Dîcleyê doktoraya xwe ya li ser ziman û çanda Kurdî didomîne.

Piş­tî wê, li Zanîngeha Mardîn Artukluyê berê lîsansa bilind a bêtez, pişt re lîsansa bilind a bitez qedandiye. Niha jî li Zanîngeha Dîcleyê di Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de doktorayê dike.

Sînan Gultekîn bêhtir li ser mijarên rêzimanî û zimannasiyê disekine.

Gelek gotarên li ser çand, ziman û wêjeya Kurdî ji Îngilîzî wergerandine Kurmancî. Gotar û wergerên wî di kovarên mîna Wêje û Rexne, Folklor û Ziman, Kurdeçîrok, Kadîm Hîkmetê de derketine.

Her wiha, di kovarên Kur­dîname û Wêje û Rexneyê de edîtorî û redaktorî kiriye û niha wekî mamosteyê ziman û wêjeya Tirkî dixebite.

Xwîner dikarin vê berhema girîng ji malpera weşanxaneyê pallwesan.comê û hemû pirtûkfiroşên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bixwazin.