Li Stenbolê Festîvala Fîlman didome, fîlmên Kurdî jî tên nîşandan
Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê ku wekî paytexta çand û hunerê ya Tirkiyeyê tê dîtin, Festîvala 45emîn a Fîlman a Stenbolê tê lidarxistin.
Festîvala fîlman a navneteweyî ya ku 9ê Nîsanê dest pê kir dê heta 19ê Nîsanê bidome.
Festîvala Fîlman a Stenbolê di cîhana sînemayê de yek ji festîvalên herî biprestîj tê dîtin.
Di çarçoveya festîvalê de 127 fîlmên metrajdirêj û 13 kurtefîlm, bi giştî 140 fîlm dê di nava 10 rojan de ji bo sînemahezan bên nîşandan.
Fîlmên Kurdî li festîvalê ne
Di çarçoveya festîvala îsal de çend fîlmên Kurdî jî tên nîşandan.
Fîlma nû ya derhênerê Kurd Erol Mintaş a bi navê "Strana Axê" ku li Fînlandiyayê hatiye kişandin dê bigihîje sînemahezan.
Di beşa kurtefîlman de sê kurtefîlmên bi Kurdî û Tirkî hene.
Kurtefîlma Tuna Kaptan a bi navê "Îshaq", kurtefîlma Tugba Yaşarê ya bi navê "Rengê Kevir" û kurtefîlma Berna Sitera Degirmenê ya bi navê "Evîn û Yên Din" tên nîşandan.
Di beşa belgefîlman de jî du belgefîlmên bi Kurdî û Tirkî tên nîşandan.
Ev jî belgefîlma nivîskar û siyasetmedar Orhan Mîroglu ya bi navê "Posta Kutusu 213 Diyarbakir" û belgefîlma Nalîn Acar û Adar Taş a bi navê "Li ku dera çîroka xwe me?" ne.
Temaşevan berê xwe didin platformên dijîtal
Rexnegirê Sînemayê Îlker Atay li ser guherîna adetên temaşevanan nêrîna xwe anî zimên û got:
“Hema hema ji destpêka festîvalê ve, ango ji sala 1986an ve ez Festîvala Stenbolê dişopînim.
Ez hewl didim ku her sal bişopînim. Îsal min fîlmên Fransî hilbijartin.
Asta civatê ji aliyê çandî ve pir guherî. Ciwan êdî naçin sînemayê lê li malên xwe ji platformên dijîtal fîlman temaşe dikin.”
Sînemahez û xwendekar Şehnaz Yildizê jî got:
“Îsal haya min ji festîvalê çêbû. Ez bi hevala xwe re hatim da ku bişopînim.
Fîlmên ku hatine bijartin gelekî baş in û cuda ne.
Li gorî min êdî piraniya xelkê berê xwe daye platformên dijîtal. Loma jî naçin sînemayê lê berê xwe didin festîvalan.”
Sînemahez û xwendekar Duru Denizê jî bal kişand ser bihabûna bilêtan û got:
“Li festîvalê ji bo xwendekaran bihayê bilêtan erzan e. Ev ji bo me xwendekaran pir baş e.
Lewra bihayê bilêtên sînemayê pir biha bûye. Jixwe eleqeya ji bo sînemayê jî her ku diçe kêm dibe.”
Sektora sînemayê li ber xwe dide
Sektora sînemaya Tirkiyeyê, li aliyekî li hemberî kêmbûna hejmara temaşevanan têdikoşe, li aliyê din jî bi piştgiriya dewletê hewl dide li ser piyan bimîne.
Li Tirkiyeyê amarên sînemayê yên sala 2025an didin xuyakirin ku hejmara fîlmên sînemayî zêde bûye lê hejmara temaşevanan kêm bûye.
Sala 2025an bi giştî 155 fîlmên xwemalî ketine vîzyonê.
Her çend dahata giştî zêde bûbe jî hejmara firotina bilêtan li pişt salên borî maye.
Sala 2025an nêzîkî 28 milyon temaşevanan çûne sînemayê û 3,5 milyar lîreyê Tirkî dahat hatiye bidestxistin.
Lê belê hejmara temaşevanan li gorî sala 2024an ji sedî 13 kêm bûye.
Sala 2026an bihayê bilêtên sînemayê derketiye 300-400 lîreyî.
Li gorî sektora sînemayê, zêdebûna platformên dijîtal û bihabûna bilêtan dibin sedem ku xelk êdî wekî berê zêde berê xwe nede salonên sînemayê.