ENQERE - Konsera hunermenda Îsraîlî Yasmîn Levyê hat betalkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Konsera hunermenda ji Îsraîlê Yasmîn Levyê ya li Enqereyê hat betalkirin.
Yasmîn Levya ku bi esle xwe ji Manîsayê ye, dê 15ê Gulanê li Salona Şûrayê ya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê konserek bida.
Konsera hunermenda ji Îsraîlê di nav raya giştî de bû sedema bertekan.
Sedema van bertekan ew jî ew bû ku Yasmîn Levy li medyaya civakî leşkerên ku beşdarî operasyonên li Xezeyê bûne dişopîne.
Wezaretê Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kirêgirtina salona ku cihê konserê ye, betal kir û bi wî awayî rê li ber konserê hat girtin.
"Divê em ji bo aşitiyê têbikoşin"
Levya ku ji Cihûyên Sefaradî ye got, "Hûn dizanin ku ez Tirk im. Min biryar da ku ez werim Tirkiyeyê û teslîmî tirsê nebim.
Divê em li dijî şer bisekinin û ji bo aşitiyê têbikoşin. Ji ber vê yekê ez dê vedigerim welatê xwe Tirkiyeyê."