Letîf Helmet: Romana min behsa cîhaneke sêhrbaz dike

Hewlêr (Rûdaw)- Helbestvan û romannivîs, Letîf Helmet behsa romana xwe ya nû dike û dibêje, ev berhem wek romana (Jine Cinên Şêx Mehmûd) cîhanek di ser cîhana vedîtî re ye û behsa cîhaneke sêhrbaz dike.

Tevî ku Letîf Helmet bi dehan helbestên xwe hîn belav nekirine ku nêzîka 200 rûpelan dibin, lê bendewariya çapkirina helbestên xwe nake û niha mijûlî nivîsandina romana  xwe ya nû ye ku wek ew dibêje: “Çimkî navê kitêbê heta kêlîka dawî jî dikare bê guherandin” naxwaze niha navê romana xwe eşkere bike. 

Letîf Helmet ku li Başûrê Kurdistanê wek helbestvanekî navdar û yek ji sembolên nûjengeriya helbesta kurdî hatiye naskirin, ji Rûdawê re wiha got: “Di romanê de, li xweşa min diçe ez ji dinyaya vedîtî derkevim û berê xwe bidim cîhaneke ruhî wek nimêjê dema tu radiwestî û li du dinyayên cuda difkirî: Bihişt û dojeh, bêyî ku te yek ji wan dîtibe, tu ji xwe dipirsî gelo ew dinya çawa ne?”

Helmet behsa helbestên xwe yên belavnekirî jî dike û dibêje: “Berhema sê salên borî ne, her çiqasî min beşek ji wan di kovar û rojnameyan de bi navê (helbestên li dijî helbestê) belav kir, lê beşekî zor maye û hîn jî nehatine weşandin.”

Helbesteke belavnekirî ya Letîf Helmet:
 

Şemî cejna jinê ye

Yekşem cejna hevdu kuştinê ye

Duşem cejna şûştina cilan e

Sêşem cejna xweşûştinê ye

Çarşem girevgirtin e

Pêncşem cejna dostaniya bi dijmin re ye

Şeşşem cejna maçkirinê ye

Heftşem cejna dev û çav hilgirtinê ye

Heştşem cejna gotargotinê ye

Nehşem cejna kirîn û firotinê ye

Dehşem xwarina nên e

În cejna beravêtîkirina demê ye

Rojên bêhnvedan û helkeftan, cejna xew û xewnan e

Cejn

Cejn

Cejn

Hemû roj desteserkirî ne

Rojek ji min re nemaye

Cejna mirinê tê de lidar bixim!.