Köln (Rûdaw) - Keça kurd Dîlan Xoşnaw bi straneke dûet ya bi ingilîzî û kurdî bala temaşevanên televizyona Pro 7 kişand ser xwe. Dîlana ku par bi beşdarbûna pêşbirka mûzîkê ya televizyona Pro 7 ya bi navê “The Voice Of Germany“ bi berfirehî hatibû naskirin, niha dîsa di formateke nû de li ser Pro 7 de tê dîtin.
Dîlan vê carê jî bi serpereştiya mûzîkvanê li Almanyayê naskirî Xavier Naidoo tevlî projeya televizyonî ya bi navê “Sing um dein Leben – Ji bo jiyana xwe bistirîne“ dibe. Wê bi şêwaza xwe ya mûzîka hemdem û ya oryentalî bala guhdaran kişand ser xwe. Tişta ku herî zêde bal kişand, strandina straneke bi kurdî û ingilîzî bû. Xavier Naidoo bi balkişandina strana bi kurdî pêşwaziya strana Dîlanê di studyoyê de kir.
Piştî ku par bername "The Voice Of Germany" qediyabû, Xavier Naidoo komek mûzîkê ya bi navê “Sing um dein Leben“ damezirandibû û hemû endamên komê ji pêşbirkvanên bernameya wî pêk dihatin. Di nava endamên komê de Dîlan Xoşnaw a 22 salî ya ji Başûrê Kurdistanê jî hebû. Herwiha Naidoo serpereştiya albûmeke mûzîkê jî ji komê re kiribû. Albûma bi heman navî jî di bazara mûzîkê de deng vedabû û gellekî hatibû firotin.
Dîlan herî dawî di albûma rapvan Alpa Gun de, bi strana “Verbotene Liebe – Evîna qedexe“ dûet pê re kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse