Xurşîd Ilêwî 'Ji Evînê Wirdetir' weşand

Hewlêr (Rûdaw) - Wergêrê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Xurşîd Ilêwî berhema xwe ya nû belav kir, berhema nû bi navê 'Ji Evînê Wirdetir' e.

Berhema nû ya Ilêwî ji 160 rûpelan pêk tê û ji aliyê Weşanxaneya Dar el Zemanê ve hatiye çap û belavkirin.

Berhem tenê helbestên jinan ango helbestvanên jin ên Bulgar li xwe digire ku Xurşîd Ilêwî ji zimanê Bulgarî wergerandine zimanê Kurdî (Kurmancî).

Berhema nû ya Ilêwî helbestên 30 helbestvanên Bulgar ên jin li xwe digire.

Li kêleka hinek dîtin û rexneyên wergêr, di destpêkê de, profîleke biçûk a her hozanvanekê jî cih digire.

Wergêr bi vê keda xwe pirekê di navbera her du wêjeyên Kurdî û Bulgarî de ava dike û nasîna wêjeyeke dewlemend dike para xwênerên Kurmanciyê.

Wêjeya Bulgarî di nav gelên Slav de yek ji edebiyatên herî kevn e û zimanê Bulgarî jî zimanekî Slavî ye ku li başûrrojhilatê Ewropayê, bi giranî li Bulgaristanê, tê axaftin.

Di rastiyê de kêm berhem ji vî zimanî li Kurdî hatine wergerandin, loma karê Ilêwî xwedî girîngiyeke taybet û cihê ye xasma ku zimanê wî yê wergerê ne zivir lê şayîk ne aloz lê nazik û xwerû ye.

Nivîskar û wergêrê Kurd Fewaz Ebdê pêşgotina vê pirtûkê nivîsandiye. Ebdêyê ku bi xwe jî gelek berhemên balkêş di navbera her du zimanên Erebî û Kurdî de wergerandine û kurteçîrok jî nivîsandine, di pêşgotina xwe de wiha nivîsandiye:

"Di helbestan de dengê jinê bi hemû rûyên wê vedibîne; dê, yar, keç, evîndar û sêwî û ne tenê wekî rola civakî dinivîse lê wekî rewşeke mirovî nasnameyan derbas dike, tijî dijraberî ye: hêz û qelsî, nermî û hişkayî, hêvî û şikestin. Awaz û tona deng ji helbestekê heta helbesteke din tê guhertin: ji pistînî ta qarînê, ji kesereke evînî ta felsefeya hebûnê. Wergêr li vir bûye pireke zelal ku helbest bi naveroka xwe û şêweyekî nû di ser re derbasî çanda miletekî din dibin."

Ilêwî bi awayekî sereke ji zimanê Bulgarî werdigerîne lê hinek helbest ji zimanê Fransî jî wergerandine, berî vêga (2023) dîsa ji heman weşanxaneyê berhemeke wî ya din li jêr sernavê 'Geştek di Baxê Helbesta Bulgarî de' derketibû.

Xurşîd Ilêwî kî ye?

Wergêrê Kurd Xurşîd Ilêwî li gundê Abirê yê ser bi herêma Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hatiye ser rûyê dinê.

Li Zanîngeha Sofyayê ya paytexta Bulgaristanê beşa Wêjeya Bulgarî kuta kiriye. Werger û berhemên xwe di gelek kovar, malper û rojnameyên Kurdî û Bulgarî de weşandine.

Her wiha Ilêwî endamê Yekîtiya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ye. Endamê Yekîtiya Wergêrên Bulgarî ye.

Ew li derveyî welat, li Swîsreyê dijî û li seranserê Ewropayê beşdarî çalakiyên wêjeyî û çandî dibe, berhemên xwe ji xwêner û hezkerên zimanê Kurdî re îmze dike.

Xewna Qedexe

Li vir jî, em dê ji berhevoka 'Geştek di Baxê Helbesta Bulgarî de' helbesta bi navê (Xewna Qedexe) ya helbestkarê Bulgarî Vladîmîr Lêvçêv pêşkêşî xwîneran bikin:

Rabirdû ji xewê hişyar nekin!

Ew bi we re xew dike û heman xewnan dibîne

Gelek xewn hene ku hê wan bibîne!

Dema hişyar bû, pê ve hilnekişin

Ewê mîna jîjoyî xwe bixe hev

û striyên xwe der bike

Û tê bi bêrîkirineke reş

girêka rokê qul bikî

Êdî hûn nikarin wî bibînin

Tenê, hûn dikarin

bi otomobîla mirinê bidin ser

Rabirdû spehî û girîng e

lê xewneke jibîrkirî ye

Jê bigerin! Bila bi riya xwe de here!